'Êrişên  dewleta Tirk ên li ser Şengalê mîna fermaneke nû ye'

Endamên Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser  Şengalê wekî feremaneke nû bi nav kir û gotin bêdengiya civata navneteweyî û hikumetên Iraq û Başûr nîşan dide ku di plan û kiryarên Tirkiyê de hevkar in.

'Êrişên  dewleta Tirk ên li ser Şengalê mîna fermaneke nû ye'
15 kanûn, 2021   04:15
HESEKÊ- BOTAN HISÊN

Balafirên dewleta Tirk a dagirker di 7’ê Kanûnê de wesayîta hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bombebaran kir. Di encamê de Merwan Bedel şehîd bû û du zarokên wî birîndar bûn. Di 11'ê heman mehê de jî li avahiya Meclisa Gel a navçeya Xanesorê ya Şengalê da.

Êzidiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li ser Şengalê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji şêniyên Şengalê re anîn ziman.

Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Îsmaîl Delf diyar kir ku ev êriş ne nû ne, lê ji demeke dirêj ve têne kirin.

Delef diyar kir ku êrişa li ser şehîd Merwan Bedel û avahiya Meclisa Gel a Xanesorê vê peyamê dide "Komploya 2014'an li dijî civaka êzidî berdewam e."

Delf derbarê armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê de got: "Tirkiyê û hevalbendên wê pêşketinên Rêveberiya Xweser a Şengalê di aliyê rêxistinî, leşkerî û hêza wê ya xwebirêxistrinkirinê de, ji bo berjewendiyên xwe xeternak dibînin."

Delf  anî ziman ku hedefgirtina kesayetên welatparêz ên wekî şehîd Merwan Bedel ku di hemû qonaxên pêşketina Rêveberiya Xweser li Şengalê de amade bû, beşeke ji plana qirkirina civaka Şengalê ye û wiha dom kir: "Aliyên ku xwe wekî xwediyê Şengalê dibînin, bila werin û parastina wê bikin. Niha li ku ne? Dema êriş li ser Êzidiyan tên kirin, kesek tiştekî nake."

Delf bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta Başurê Kurdistanê bi çend sedeman ve girê dide û wiha didomîne: "Ya yekemîn ew e ku dixwazin Rêveberiya Xweser a Şengalê bi her awayî hilweşe, ya duyemîn jî bihêlin ku rêveberiya civaka êzidî xwe radest bike û qanûnên xwe li ser wê bi awayekî li gorî berjewendiyên xwe, nasnameya çandî û dîrokî ya êzidiyan ji holê rakin û ya sêyemîn hêza leşkerî ya ku Şengal û gelê Şengalê diparêze ji hev bixin."

Îsmaîl Delf destnîşan kir ku armanca bêdengiya hikumeta Başur û Iraqê, dubarekirina komkujiyan li dijî xelkên Şengalê yên di dema êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya sala 2014'an de pêk hat û got: "Ew her tim gelê Êzidî di nava êrişan de dihêlin."

Endamê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Mehmûd Delf êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê wekî fermaneke nû li ser civaka êzidî bi nav kir.

Mehmûd Delf bêdengiya civata navneteweyî ya derbarê êrişên qirkirina êzidiyan ya bi destê dewleta Tirk a dagirker de şermezar kir û got: "Em dijminê Tirk sûcdar nakin, lê em civata navneteweyî ku xwe wekî parêzvanê mafên mirovan û prensîbên wê yên xweseriyê dibîne, sûcdar dikin."

Mehmûd Delf wiha lê zêde kir: "Bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya hevkariya wan di plan û kiryaran de."

Mehmûd Delf diyar kir ku armanca Tirkiyê û hevkarên wê di hedefgirtina Şengalê de ew e ku îradeya êzidiyan têk bibe.        

Mehmûd Delf got, hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi bêdengiya xwe nîşan didin ku ew bi plan û êrişên li ser Şengalê de hevkar in û anî ziman ku Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê piştgiriya xelkê Şengalê di aliyê madî û manewî de dike

(dx)

ANHA