ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-12-2021
15 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne di roja 72 de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Patrîkê Katolîkên Suryan ê Entakyayê Mor Ignatius Yûsif El-Salis  Younan, serdana Meclisa Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê dike, saet 10:00'an.

 -Bi armanca pêşxistina rewşa perwerdeyê û bilindkirina rihê manewî li gel xwendekaran, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê pêşbireke çandî û werzîşê li dar dixe.

-Bi sernavê "Ereb û Kurd hezkirin an dijminatî" Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê bi hevkariya MSD`ê panelekê li dar dixe. Panel ji aliyê endamê desteya hevserokatiya MSD'ê Sîhanok Dîbo ve tê birêvebirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tebqayê merasîmê bîranîna şehîdan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê piştevaniya xwe ji berxwedana HPG’ê re ya li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Pisporê Karûbarên Tirkiyê Dr. Mihemed Nûredîn diyar kir ku Şerê ku Tirkiyê û rejîma Recep Tayyîp Erdogan li hemberî Kurdan, li Sûriyê, Iraq, Kafkasya, Lîbya, rojhilatê Deryaya Spî û gelek deverên cîhanê dimeşînin yek ji girîngtirîn faktorên tinekirina çavkaniyên debarê yên neteweya Tirk in. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Rojnamegerê misirî Seyid Mistefa got hikumetên destpot di pêkanîna nakokiyan navbera pêkhateyan de rêbazekî berdewama rêzedagirkirin, desthilata bi taybet li Rojhilata Navîn dibînin û tecrûbeya Rêveberiya Xweser jî hevgirtinek di nava pêkhateyan de çêkir. (BI WÊNE).

- Rûspiyên taxa Şêxmeqsûdê got, dewleta Tirk cezayên derexlaqî li dijî rêberê mirovahiyê yên ji bo azadiya tevahî gelan tê dikoşe, ferz kiriye û bang li rêxistinên mirovî kir ku sînorekê ji siyasetên bêserûber ên Tirkiyê re deynin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamên Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser  Şengalê wekî feremaneke nû bi nav kir û gotin bêdengiya civata navneteweyî û hikumetên Iraq û Başûr nîşan dide ku di plan û kiryarên Tirkiyê de hevkar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Meşa dirêj a ciwanan di roja sêyemîn a dawî de, ji Girkê Legê ber bi deriyê Sêmalkayê ve diçe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Turnuveya fubolê ya "Veger" ya ku ji aliyê Komîteya Koçberên Serêkaniyê ve hatiye organîzekirin, bi  daxuyanî û xelatkirina tîmên serkeftî, dawî dibe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a PYD'ê ya herêma Firatê civîna xwe ya salane li bajarê Kobanê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Endamên HCP'ê yên  taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê got, gel di parastinê xwe de xwe naspêre tu hêzên derve,  lê xwe dispêre hêza parastina cewherî diyar kirin ku parastina cewherî erka her ferdekî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA