Li Hesekê şanoyeke têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate pêşandan

Rêveberiya giştî ya dibistanên kantona Hesekê, piştî pêşandana şanoya bi navê Mûnsiyet a di çarçoveya çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, Koma Şanoyê ya Celadet Bedirxan û mamosteyên jin ên navçeyên kantonê xelat kirin.

Li Hesekê şanoyeke têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate pêşandan
Li Hesekê şanoyeke têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate pêşandan
Li Hesekê şanoyeke têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate pêşandan
Li Hesekê şanoyeke têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate pêşandan
Li Hesekê şanoyeke têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate pêşandan
Li Hesekê şanoyeke têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate pêşandan
Li Hesekê şanoyeke têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate pêşandan
14 kanûn, 2021   13:59
HSEKÊ

Rêveberiya dibistanên kantona Hesekê li gel Komîteya Çalakiyan a Dirbêsiyê, îro şanoyek bi navê Mûnsiyet (Jibîrkirî) pêşkêş kir. Şano di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de hate pêşandan.

Şano li Hola Serdem a navçeya El-Mûşeyrefê hate lîstin, endamên rêveberiya giştî, bi dehan endamên saziyên sivîl ên bajêr û bi dehan mamosteyên navçeyên kantonê lê temaşe kir.

Têkildarî çalakiyê, berdevka Komîteya Çalakiyan a Rêveberiya Giştî ya kantona Hesekê Nisrîn Mejdal destnîşan kir ku armanca wan bi van çalakiyan rizgarkirina civakê ji zîhniyeta baviksalar e.

Di dawiyê de, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Hesekê, endamên Koma Şanoyê ya Celadet Bedirxan û mamosteyên Şedadê, Zirgan û Dirbêsiyê xelat kirin.

(dx)

ANHA