Rêveberiya Çandiniyê ya herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist

Hevseroka Desteya Çandinî û Aborî ya herêma Cizîrê Hediya El-Elî di civîna salane ya Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Cizîrê de diyar kir ku ew hewl didin hemû pêwîstiyên şêniyan li gorî derfetên xwe û rewşên aborî û siyasî yên li herêmê peyda bikin.

Rêveberiya Çandiniyê ya herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist
14 kanûn, 2021   14:04
QAMIŞLO

Îro civîna salane ya Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Cizîrê civîna xwe ya salane bi beşdarbûna bi dehan rêveberên Meclisa Rêveber û Zagonsaz a Rêveberiya Xweser, Desteya Aborî û Çandinî ya Herêma Cizîrê bi hemû gerîndetî û komîteyên xwe, hate lidarxistin. Civîn li hola Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê hate lidarxistin.

Armanc ji lidarxistina civînê ew e ku xebatên rêveberiyê di sala 2021`an de, çawaniya çareserkirina pirsgirêkên ku rastî wan tên, pêşniyarên ji bo pêşxistina xebatên rêveberiyê di sala 2022`yan de, hate lidarxistin.

Di civînê de hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê Hediya El-Elî wiha axivî: "Em bi hêvî ne ku biryarên girîng ku alîkariya hemû cotkar û gelê herêmê bi giştî bike, derkevin. Ev civîn bibe gavek ber bi pêkanîna geşedana civakî ve ku gaveke girîng ji bo geşkirina çandiniyê ye, were avêtin. Her wiha pêwîstiyên sereke yên pêkanîna ewlehiya aliyê çandinî û hêsankirina rewşa jiyanî, were peydakirin."

Hediya teqez kir ku Rêveberiya Xweser ji destpêka ku hatiye damezirandin di xebatên xwe qanûn û sîstemên hundirîn û demokratîk ji bo pêşxistina saziyan esas digre û wiha domand: "Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser her tim hewl da ku hemû pêwîstiyên şêniyan li gorî derfetên xwe û rewşên aborî û siyasî li herêmê, peyda bike."

Hediya El-Elî di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêk û zehmetiyên ku rastî Desteya Aborî û Çandiniyê tê û ev tişt anî ziman: "Dorpêça aborî ku li ser herêmê tê ferzkirin û rewşa siyasî ya tevlîhev li herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, her wiha girtina dergehê Til Koçer ku bingeha sereke ya aboriya herêmê ye, bandoreke neynî li aboriya herêmê dike."

Hediya El-Elî wiha domand: "Girtina dergehan bû sedem ku tevgera bazirganiyê bisekine. Her wiha zehmetî di peydakirina madeyên sereke li herêmê de çêkir ji bo xebatên hilbirînê."

Hediya El-Elî diyar kir ku desteya Aborî û Çandinî gelek projeyên xizmetguzariyê li ser asta tenduristî di vê salê de ava kir, ew jî bon destek ji herêma Cizîrê re, xwetêrkirin pêk anî da ku bibe destê alîkariya ji welatiyên herêmê re û di hemû aliyan de destekê bide cotkaran.

Her wiha hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê jî behsa rewşa siyasî ya li herêmê kir û got: "Derbasbûna Rûsya ji herêmê re û Sûriyê bi giştî ji bo parastina hebûn û berjewendiyên xwe bike. Heta niha tu zexteke cidî ji aliyê Rûsya ve li ser rejîma Sûriyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tune ye."

Nezîra teqez kir ku rêbazeke yekane ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê di diyaloga Sûrî li Şamê de ye û wiha domand: "Heta niha tu însiyatîf ji aliyê rejîma Sûriyê ve tune ne. Ew texmîn dike ku dikare vegere beriya 2011`an de."

Nezîra got Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di cîhanê de xwe weke projeyeke demokratîk li herêmê îsbat kir û teqez kir ku Rêveberiya Xweser xwedî projeyeke demokratîk a rast ji bo aloziya Sûriyê ye, hêzên wê yên leşkerî hene ku teror û çete bi berxwedana xwe li herêmê têk bir.

PROJEYÊN NÛ

Nezîra Gewriyê di dawiyê de îşaret bi girîngiya şopandina rewşa aborî ya heyî kir da ku pirsgirêkên aborî çênebin û projeyên pêşerojê deynin da ku ji aloziyê derkevin.

Paşê sînevîzyonek der barê proje û xebatên Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya Herêma Cizîrê de hate pêşandan û rapora salane hate xwendin û nîqaşkirin.

Civîn didome..

(bx)

ANHA