NY: Talîbanê 72 kes bi dar ve kirin

NY`yê tevgera Talîbanê bi darvekirina bêyî darizandin a 72 kesan li Efganistanê, tawanbar kir.

NY: Talîbanê 72 kes bi dar ve kirin
14 kanûn, 2021   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ku tora Russia Today belav kiriye, Neteweyên Yekbûyî (NY) dilgiraniya xwe têkildarî darvekirina endamên berê yên hêzên ewlekariyê yên Efganistanê û kesên girêdayî hikumeta berê nîşan da ku bêyî dadgehkirin ji aliyê tevgera Talîbanê ve hatine darvekirin.

Cîgira Komseriya Mafên Mirovan a Rêxistinên Navneteweyî, Neda Al-Neşif li pêşberî Meclisa Mafên Mirovan ragihand ku di mehên Tebax û Mijdarê de, li gorî çavkaniyên pêbawer, zêdetirî 100 endamên berê yên hêzên ewlekariyê yên Efganistanê û endamên hikumeta berê, hatine darvekirin.

(dm)