Di navbera hêzên Hefter û hêzên hikumeta El-Debîbe de şer derket

Hêzên girêdayî Xelîfe Hefter û koma leşkerî ya girêdayî Hikumeta Yekitiya Nîştimanî li bajarê Sebha ya başûrê Lîbyayê bi hev ketin.

Di navbera hêzên Hefter û hêzên hikumeta El-Debîbe de şer derket
14 kanûn, 2021   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Malperên herêmî ragihand ku hêzên Tîma 116’an a girêdayî Hikumeta Yekitiya Nîştimanî hewl da bi ser navenda îstîxbarata leşkerî û baregehên din ên di bin kontrola hêzên El-Keramê yên girêdayî Xelîfe Hefter ên li Sebha de bigire.

Li gorî toreya Rûsya El-Yewm, di navbera her du aliyan de şer derket. Di encama şerê bi çekên giran û navîn de, şênî ji herêmê El-Qerda koçber bûn. Li aliyekî din her du alî hev du bi topavêjan dikin hedef.

Tê gotin ku li bajarê Sebha hê jî şer berdewam e.

(dm)