Li Minbicê 2 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê 2 kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikir, girtin.

Li Minbicê 2 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin
14 kanûn, 2021   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh (13 Kanûn) 2 kesên ku li bajarê Minbicê bazirganiya madeyên hişbir dikir, hatine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe wiha da zanîn: "Li gorî giliyê ku ji navendeke me ya ewlehiyê re hatibû şandin, 2 kesên bazirganiya madeyên hişbir dikir, hatin tespîtkirin. Hêzên me dest bi lêkolîn û şopandinê kir û piştî ku giliyê li dijî wan hate îsbatkirin, her du kes hatin girtin û bi wan re miqdarek madeyên hişbir hebûn ku ew jî wiha ne:

- 625 hebên Captagon

- 2 g madeya heşîşê

- 3 g madeya HPose.”

Li gorî malperê, her du kesên hatine girtin, piştî lêpirsînê li xwe mikur hatine ku madeyên hişbir belav dikirin. Ew her du kes jî ji desteya dozgeriya giştî re hatin şandin da ku werin dadgehkirin.

 (bx)

ANHA