Di cîhanê de mal û milkên herî biha li Sûriyê ne

Di demekê de herêm rûbirûyî kêmbûna derfetên jiyanê ye, li cîhanê Sûriyê di bihabûna mal û milkan de di rêza yekemîn de ye. Ev yek bû sedema nîqaşeke mezin di nava welatiyan de; gelo sedemên vê bihabûnê çi ne û çi çareserî hene ku sînorek jê re bê danîn?

Di cîhanê de mal û milkên herî biha li Sûriyê ne
14 kanûn, 2021   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ÎSMAÎL

Li cîhanê û di nava dewletên Ereban de, di aliyê bihabûna mal û milkan de Sûriye di rêza yekemîn de ye.

Li gorî sinifandina “Numbeo” ya daneyan, Sûriye di aliyê bihayên mal û milkan de di rêza yekemîn de ye û bi vê yekê New York, Tokyo, London û Parîs derbas kir.

Li gel vê yekê, ji ber bihabûnê û dahata sînordar, hêza kirînê ya şêniyên herêmê hema bêje tune ye. Li herêmên hikumeta Şamê dahat hema hema 20 heya 50 dolar e. Lê bihaya qatekê li wan herêman di navbera 70 hezar heya 200 hezar dolarî de ye. Di heman demê de dahata welatiyan li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzî 100 dolarî ye û bihaya qatekê di navbera 24 hezar heya 50 hezar dolarî de ye.

Vê yekê li ser malperên tevna civakî nîqaşeke mezin çêkir. Bi wê re welatiyekî li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha nivîsand: "Divê biha pirî ji vê kêmtir bin, ji ber xizmetguzarî lawaz û ne baş in.”

Welatiyekî din jî wiha pirsî: "Tevî ku kehrebe, av, gaz, nan, kar, tûrîzm û pîşesazî tune ne, lê bihabûn heye. Tevî ku tiştek ji van peyda nabe, nirxên malûmilkan biha ne. Gelo heke ev derfet peyda bûna wê demê wê nirxên malûmilkan çiqas bana?!”

Yekî din jî bi henekî parve kir û got: "Mala xwe ya li Şamê bifiroşe û bircekê li Kendavê bikire."

Ne pêkan e bihabûna milkan ji şer û dorpêça li dijî Sûriyê ya ji zêdetirî 10 salan ve were qutkirin. Şerê li Sûriyê, nîvê herêmên tê de jiyan dibe hilweşandin û bi wê re kirîzeke niştecihbûnê û bihabûna mezin li herêmên mayî çêkir.

Li gel wê jî kirîzeke aborî ji ber daketina nirxa lîreyê Sûriyê li hember dolarê û cezayên li dijî hikumeta Şamê hene ku nahêle jinûve avahiyan ava bike. Van sedeman hemûyan hişt ku mal û milk di nava bazirganan de bibin sûk, da ku li gorî xwestekên xwe keysbaziyê bikin.

ÇI HIŞT SÛRIYE BIBE HERÊMEKE HERÎ BİHA DI CÎHANÊ DE?

Aborînas û gerînendeyê platforma aborî Yûnis Kerîm da zanîn ku ji ber gelek sedeman û yek jê aborî ye, mal û milkên li Sûriyê biha bûne û wiha got: "Bihabûna milkan ji ber gelek sedeman e; teknîkî û aborî ne. Teknîkî; mîna tunebûna madeyên avahiyan û cihên avakirinê. Ji ber herêmên li derdor navendên bajêr, herêmên mîna kabûsê ne û tê de bendên ewlehî û dizî zêde ye. Lê  navendên bajêr ewle û aramtir in, bi wê re ji ber xwesteka zêde malûmilk biha dibin."

Kerîm wiha domand: "Xala din jî ew e ku mîrên ango bazirganên şer ên nû ji herêmên paşguhkirî ne û xwestin hebûna xwe li bajaran îsbat bikin. Bi wê re malûmilk kirîn û dest bi paqijkirin (laundering) pereyan kirin ku pereyên xwe rewa bikin."

Têkildarî xala sêyemîn jî Kerîm wiha pê de çû: "Ji ber sûka bazariyê tenê di navendên bajêr de sînordar mane, bi wê re fişareke mezin li ser sûka malûmilkan çêkir ku di encamê de û ji ber nebûna erdan, nirx bi awayekî har biha bûn."

Kerîm ev tişt lê zêde kir: "Li aliyekî din jî gelek kesan bejahiyên nêzî bajaran kirîn da ku ji nû ve dest bi avakirinê bikin, wê jî hişt ku ew pere derbasî sûkên malûmilkan bibe."

Kerîm bal kişand ser qanûnên ku hikumeta Şamê li ser malûmilkan derxistine û wiha got: "Qanûnên ku rejîmê derxistine, bi taybet banka navendî hişt ku sûka mal û milkan çalak bibe. Jê qanûna bi jimareya 3 ku danûstandina bi dolarê qedexe kir. Li gel wê jî lîsteyên madeyên derbasî Sûriyê dibin diyar kirin û wê jî hişt welatî berê xwe bidin mal û milkan. Li kêlek wê jî daketina nirxê lîreyê Sûriyê hişt ku dolar ewle be û nirxê milkan biparêze."

‘TU QANÛN BAZARA MAL Û MILKAN KONTROL NAKIN’

Yûnis Kerîm behsa belavbûn projeyên mezin kir û da zanîn ku wê yekê hişt mal û milk biha bibin û li aliyekî din jî tunebûna qanûnekê ku sûka mal û milkan li herêmê kontrol bike hişt bihabûn çêbibe.

Kerîm wiha domand: "Tu qanûn sûka bazirganiyê kontrol bike tune ye, lê ew yek ji kes û navendên pisporiyê re hatiye hiştin. Ji lew re ewqas bihabûn çêbûye. Dûre jî qanûna mal û milkan a ku rejîmê derxistiye sûka mal û milkan du qatî bihatir kir."

Hikumeta Şamê di 25’ê Adara 2021’an de qanûna "baca firotina milkan" derxist. Ew qanûn li gorî nirxê heyî, li şûna nirxê wê yê di sicilên darayî de, baç lê dibire. Di encamê de bihabûneke mezin di mal û milkan de çêkir û sûka malûmilkan rawestand.

Li aliyekî din jî Yûnis Kerîm da zanîn ku yek ji sedemên din jî ku sûka mal û milkan bilind kiriye; kesên li derve û yên li Kendavê pereyan dişînin ku mal û milkan li Sûriyê bikirin. Ew kes mal û milkan li herêmê dikirin. Êdî kirîna mal û milkan ji bazirgan û dewlemendên li derveyî welat re bûye bazar.

BANDORA NEYEKSER

Têkildarî bandora cezayên li dijî hikumeta Şamê û têkiliya wê bi bihayên mal û milkan re Kerîm ev tişt got: "Bandora cezayan li ser sûka mal û milkan bandoreke neyekser e. Ji ber ku gelek dijwar e li Sûriyê bankên ku xebatên îdxal û îxracatê dikin û di îdxalê de çalak in hebin. Li gel wê jî qanûnên rejîmê û fişarên bazirganên şer heye. Ev hemû bandor li vî warî dike."

Kerîm daxuyand ku bazirgan ji bo ku pere û semyanên xwe biparêzin, berê xwe dan malûmilkan. Bi taybet ji ber tengavkirina hikumetê, cezayan derfetên îdxalê kêm kirin û li rex wê jî şirketên hinartina pereyan jî tune ne.

Gelek malên ku tê de derfetên jiyanê yên guncaw tune ne mîna av û kehrebe nexasim li herêmên ewle, bihayên wan xeyalî ne û ji hêla welatiyan ve tên kirin bi taybet. Li ser vê yekê Yûnis Kerîm ev tişt anî ziman: "Ev yek girêdayî gelek xalan e; xala yekemîn ku xwestek zêde ye. Ji ber ji bo bicihbûnê guncaw in, wek herêmeke erdnîgarî ne mal, mîna herêma Meza 86. Li vê herêmê nayê rûniştandin, lê di naverasta paytexta Şamê û cihên avahiyan de ye."

Kerîm wiha gotina xwe berdewam kir: "Herêmên bejahiyan tevahî hatin wêrankirin û êdî bûne herêmên kabûsan û tê de gelek bendên ewlehî, dizîn û rê hatine girtin. Bi wê re navendên bajêr tevî ku şert û mercên guncaw an jî şertên tenduristiyê yan jî şertên mirovahiyê yên niştecihbûnê tune ne, lê biha bilind in."

Kerîm gotina xwe wiha berdewam kir: "Sedema din a girîng jî; li Sûriyê bi giştî, bazirganiya madeyên hişbirê, pereyên qirêj ên mîrên şer, qaçaqcîtî û bi destxistina qezencan bi rêyên ne rewa hene. Bazirganan jî ji bo nixumandina wan pereyan, sûka malûmilkan cihê herî guncew dît. Her wiha gelek dewlemendên ereb û kesên çavên wan di îstîsmarkirinê li Sûriyê de hene, berê xwe da kirîna mal û milkan da ku cihê di xebatên ji nû ve avakirina Sûriyê de bigire, heke destpê kirin."

GUHARTINA DEMOGRAFIYÊ

Destwerdanên herêmî û navneteweyî û siyasetên hikumeta Şamê yên bi daxwazên van aliyan re hevkar e, hişt demografiya Sûriyê were guhartin.  Di wê çarçoveyê de, herêmên diyar bi armanca koçberkirinê, hatin hedefgirtin û li şûna wan kesên din hatin bicihkirin.

Yûnis Kerîm li ser vê yekê got: "Di guhartina demografiyê de hin dever dihatin hedefgirtin. Bi wê re yan jî welatiyan berê xwe didan herêmên nêz an jî herêmên nêzî navenda bajêr. Bo nimûne welatiyên Humisê ber bi Hema, Heleb an jî ber bi Şamê ve hatin koçberkirin. Li wir guhartina demografiyê tune bû, ji bo ku bajarekî veguhêzînin bajarekî din, tenê koçberkirin hebû."

Kerîm da zanîn ku guhartina demografiyê bi rêya koçberkirinê pêk hat, ne bi rêya balkişandinê. Ev her du siyaset jî dijberî hev in, bi wê re ji ber bikaranîna rejîmê bermîlên teqemiyê, teqandina mal û milkan û wêrankirina bajaran re mal û milkan biha bûn. wê jî hişt welatî ber bi herêmên nêzî navendên bajar an jî herêmên tê de ewlehî heye ve biçin.

Kerîm ev tişt li nirxandina xwe zêde kir: "Li Sûriyê ji sedî 60 herêm hatine dagirkirin, bi wê re normal e mal û milkan li herêmên mayî biha bibin. Bi wê re li wan herêman xwesteka bicihbûnê ji sedî 150 zêdetir bû."

Kerîma eşkere kir ku ji sedî 150 ji şêniyan li herêmên ji bo ji sedî 40 re hatine diyarkirin, dijîn, ev jî tiştek dijwar e, di encamê de nirxên avahiyan gelek biha bûn, bi taybet avahî nehatin avakirin.

‘TU ÇAREYÊN LEZGÎN TUNE NE’

Têkildarî rewşa sûka mal û milkan, gerînendeyê platforma aborî Yûnis Kerîm wiha got: "Çareya guncaw a sînordarkirina kirîza mal û milkan bi girêk e û li ser hikumetê pir biha ye. Ji ber çare di destpêkirina projeyên jinûveavakirinê de ye û pêdiviya vê jî bi demeke dirêj heye."

Kerîm destnîşan kir ku tu çareyên lezgîn tune ne, lê çareyên stratejîk in. Ew jî bi destpêkirina jinûve avakirin, birêxistinkirin û sererastkirin navendên bajaran ên ewle ne û kêm wêran bûne.

Yûnis Kerîm têkildarî mekanîzmeya guncaw a jinûve avakirinê got: “Jinûve avakirin ji herêma ku hindek wêran bûye destpê dike.  Ji ber dê bi wê re hinekî aramî li herêmên tê de welatî hene çêbibe. Jı ber pêdiviya wan herêmên bi sererastkirinek hindik heye. Da ku derfetê bide plankirin û birêxistinkirina herêmên zirarên mezin dîtine û piştre li navendên bajaran vegerin."

(fr)

ANHA