Parêzerên rêber Abdullah Ocalan careke din serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibinin, careke din serî li dozgeriya dewleta Tirk da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan careke din serî li dozgeriyê da
14 kanûn, 2021   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ji bo ku muwekîlê xwe bibinin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Rayedarên dewleta Tirk serlêdanên parêzeran bê bersiv dihêlin.