Meşa Tevgera Ciwanên Şoreşger di roja duyemîn de didome

Meşa ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hate lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de ji navçeya Tirbespiyê ber bi navçeya Girkê Legê ve dest pê kir.

Meşa Tevgera Ciwanên Şoreşger di roja duyemîn de didome
14 kanûn, 2021   09:33
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma "Werin cenga azadiyê" meşek li dar xist ku di roja duyemîn de berdewam dike. Îro ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ber bi navçeya Girkê Legê ve ketin rê.        

Beşdaran dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Ev meş bi armanca gihandina peyama ciwanan a ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û şermezarkirina siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li dijî doza Kurd û tecrîda li girava Îmraliyê ku li ser rêber Ocalan tên ferzkirin, pêk tê.

Meş duh ji Qamişloyê ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ve bi rê ket û dê tev li çalakiya xwepêşandanê ya Meclisa Malbatên Şehîdan bibin.       

(dx)

ANHA