Jinên herêma Firatê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Jinên herêma Firatê bang li civata navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku rêber Abdullah Ocalan serbest berde.

Jinên herêma Firatê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
12 kanûn, 2021   14:17
KOBANÊ

Meclisa Edaleta Jin a Herêma Firatê di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinan li pêşiya avahiya Meclisa Edaleta Jin a li bajarê Kobanê ji aliyê berdevka Meclisa Edaleta Jin a herêma Firatê Felek Yûsif ve hate xwendin.

Kongra Star a navçeya Eyn Îsayê jî di vê derbarê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berdevaka Kongra Star a navçeyê Xilûd El-Cedûh ve li pêşiya navenda Kongra Star a navçeyê hate xwendin. Dema xwendina daxuyaniyê bi dehan jinên ji navçeyê û jinên koçber amade bûn.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku ji destpêka komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ve dewleta Tirk qanûnên navneteweyî di kesayeta rêber Ocalan de, binpê dike.

Her wiha hate diyarkirin ku ji beriya 23 salan ve tecrîdeke girankirî di gitîgeha girava Îmraliyê de li ser rêbertî tê ferzkirin û mafên wî tên binpêkirin.

Di daxuyaniyan de hate teqezkirin ku rêber Ocalan yek ji sembolên mirovahiyê ye, parastina azadiya mirov û gelên herêmê dike.

Jinan di daxuyaniya xwe de bang li hemû gelên têkoşer û azadîxwaz kir ku asta têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst bilind bike û bang li jinan kir ku banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bikin û gotin, azadiya wî azadiya gelên bindest e.

Di dawiyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku destwerdanê bikin, zextê li dewleta Tirk bike da ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bibe.

(bx)

ANHA