Biden gef li Rûsyayê xwar

Serokê DYA'yê gef li Rûsyayê xwar ku heger êrişî Ukarnya bike û Rûsya jî got, daxuyaniyên dijminatî aloziyan kêm nake.

Biden gef li Rûsyayê xwar
12 kanûn, 2021   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê got, heger Serokê Rûsyayê Pûtin êrişî Ukraynayê bike dê encamên vê yekê ji bo Rûsyayê re pir giran be. Her wiha got, welatê wî dê hîn zêdetirî hêzên amerîkî û NATO`yê bişîne da ku li hember ti êrişên Rûsyayê parastina Ukraynayê bike.

Her wiha berdevkê Kremlin, Dmitry Peskov got, xîtabên dijminatî yên DYA`yê aloziya di navbera Moskova û Washingtonê de kêm nake.

Rûsya jî îdiyayên dewletên Ewropayê yên têkildarî  hêzên wê di hundirê sînorê Rûsyayê de tevdigerin derewandin û got ew gefan li tu aliyan naxwe.

(bx)