Feleknas Uca wê di Bernameya Taybet de êrişên li ser Şengalê binirxîne

Cîgira Hevserokatiya HDP'ê Feleknas Uca wê îşev di Bernamaya Taybet a ANHA`yê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê binirxîne.

Feleknas Uca wê di Bernameya Taybet de êrişên li ser Şengalê binirxîne
12 kanûn, 2021   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk bênavber li ser Kurdistanê berdewam dikin. Duh di saetên êvarî de dewleta Tirk a dagirker avahiya Meclisa Gel a Navçeya Xanesorê ya Şengalê bi balafirên xwe yên şer mîna wêrankirina Nexweşxaneya Sekîniyê bombebaran kir û wêran kir. 7'ê Kanûnê jî erebeya Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel kiribû hedef. Di encama êrişê de Merwan Bedel şehîd bû û her du zarokên gel wî bûn giranî birîndar bûn.

Di demekê de ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê de êrişên çeteyên DAIŞ'ê zêde dibin, dewleta Tirk jî êrişên xwe zêde dike. Gelo ev êrişên hemwextî bitesadufî çê dibin, bêdengiya raya navneteweyî çi nîşan dike, destûra êrişan ji aliyê kî ve hatiye dayîn.  Cîgira Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca wê van mijaran di Bernameya Taybet a ANHA`yê de bi awayekî zindî binirxîne.

Bernameya Taybet wê îro saet di 20:00’an de bi dema Rojava, li ser malpera ANHA`yê û hesabên wê yên fermî li ser malperên medya dijîtal were weşandin.

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/kuhawarnews

/kr/

ANHA