ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-12-2021
12 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne bi serdanên şêniyan di roja 69 de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gundê Ebû Herdûb ê rojhilatê Dêrazorê, Tevgera Ciwanên Şoreşger dewreya perwerdeyê ya 8 'emîn a hemşîretiyê bi dawî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Kar û Barên Civakê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li avahiya rêveberiyê ya bajarê Reqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Civîna Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî di roja duyemîn de li hola Serdem a çand û hunerê ya bajarê Hesekê berdewam dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi koordîneya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnuveya futbolê bi "Veger" li stada Muhterifîn organîze dike, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Hesekê du şehîdên QSD'ê li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Elîzabêt Gewriyê da zanîn ku armanca ji civîna dawî ew e ku hevpeymana dawî saz bikin ku layîqî gelê Sûriyê be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên navçeya Dirbêsiyê bêdengiya Amerîka û Rûsyayê ya li hemberî êriş û gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin: "Her yek ji wan xwedî armanc û berjewendî ne û hewl didin li ser hesabên gelê herêmê pê bînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Kobanî soza xwe ya berdewama têkoşîna li ser felsefeya rêber Ocalan nû kir û got "Rêberê me rêberê aştiyê ye, ne aşiqê şer û wêranê ye" û da zanîn ku armanca nûkirina tecrîdê ew e ku rih û fikirê rêber Ocalan a di nava civakê de têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên QSD’ê Milîtan Çiya da zanîn ku nexşeya serweriya meydanî ya navçeya Eyn Îsayê nehatiye guhartin û diyar kir ku hêzên wan tevahî êriş û hewldanên dagirkeran ên kontrolkirina rêya M4 têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tofan Kobanê ku berê tev li nav çeteyên Roj bû û niha cihê xwe di nava YPG'ê de digire diyar kir ku armranca çeteyên Roj ew e ku cihê xwe di şerê birakujiyê de bigirin û got, yên ku ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker re, li Rojava rê vekir ENKS'ê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Senatoyên Amerîka di Kongresê de qanûnek erê kir da ku jêderên dewlemendiya Beşar El-Esed, malbata wî û kesên nêzî wî werin eşkerekirin, di heman demê de nîşaneyên binakok têkildarî vekişîna Amerîkayê ji Iraqê hene.

CIVAK Û JIYAN

- Dewleta Tirk a dagirker piştî ku Serêkaniyê talan kir, gel jî neçarî bêkarî û xizaniyê kir. Jin û zarok li kolanan etariyê bikin û hewl didin pê debara xwe bikin.

ANHA