​​​​​​​Panorama hefteyê: Senatoya Amerîka raporekê li ser "dewlemendiya Esed" dixwazin

Senatoyên Amerîka di Kongresê de qanûnek erê kir da ku jêderên dewlemendiya Beşar El-Esed, malbata wî û kesên nêzî wî werin eşkerekirin, di heman demê de nîşaneyên binakok têkildarî vekişîna Amerîkayê ji Iraqê hene.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Senatoya Amerîka raporekê li ser "dewlemendiya Esed" dixwazin
12 kanûn, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa rewşa Sûriyê, vekişîna Amerîka ji Iraqê û rewşa Lîbyayê kirin.

‘SENATOYA AMERÎKAYÊ JI RÊVEBERIYÊ DAXWAZA STRATEJIYA SÛRIYÊ KIR’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Senatoya Amerîkayê qanûnek erê kir da ku jêderên dewlemendiya Beşar El-Esed, malbata wî û kesên nêzî wî werin eşkerekirin. Senatoyê daxwaz kir ku raporeke berfireh ji Senatoyê re were pêşkêşkirin. Her wiha Senatoyê daxwaza ragihandina stratejiya rêveberiyê ya ji bo Sûriyê kir.

Ev biryar di civîna erêkirina qanûna budçeya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ya sala 2022`yan de hat erêkirin. Lê divê Kongreya Amerîkayê vê reşnivîsê erê bike heta ku bibe qanûn û pêk were. Hinek kes vê yekê wek serkeftina qanûnî ya Amerîkayê li dijî rejîma Beşar El-Esed dibînin.

Li gorî forma dawî ya biryarê ku ji aliyê Senatoyê ve hatiye erêkirin, divê qanûn ji Kongreya Amerîkayê re were pêşkêşkirin. Endama Kongreyê ya Demokrat a New Yorkê Claudia Teni raporek ji Wezareta Derve têkildarî jêderên dewlemendiya Beşar El-Esed û malbata wî; hevser, zarok û xwişk û birayên wî, ap û xalên wî, ji Kongreyê re pêşkêş kir.”

NÎŞANEYÊN NAKOK ÊN VEKIŞÎNA AMERÎKA JI IRAQÊ

Girêdayî vekişîna Amerîka ji Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nîşaneyên nakok derbarê vekişîna hêzên xwe de da ku tê payîn di dawiya vê mehê ji Iraqê veşikin, şandin. Ev yek duduliya Amerîkayê ya li hemberî vê gavê nîşan dide li gel şertûmercên heyî yên Iraqê û herêmê û tunebûna hêviyê têkildarî derfeta gihaştina lihevkirinekê bi Îranê re li ser dosyaya wê ya nukleerî.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê Ceneral Frank McKenzie ragihand ku welatê wî dê 2 hezar û 500 leşkerên amerîkî li Iraqê bihêle.

 Daxuyaniyên McKenzie û yên şêwirmendên ewlehiya neteweyî ya Iraqê Qasim El-Erecî têkildarî bidawîbûna erka şerker hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê û sînordarkirina têkiliyan bi Koalîsyonê re di warê perwerde û şêwiriyê de bi nakok in.”

Li gorî aliyên siyasî yên iraqî ku daxuyaniyên MacKenzie têkildarî parastina heman hêza ku di sala 2014`an de ji Iraqê re hatibû şandin û axaftina wî bi awayekî ne yekser derbarê sînordarkirina erkên xwe tenê di pêşkêşkirina şêwermendî û perwerdeyê de, peyamek ji Îranê re ye ku niyeta welatê wî tune ye ku sînaryoya vekişînê ya berê dûbare bike.

Lêkolînerê siyasî yê iraqê Cebar El-Meşhedanî di daxuyaniyên xwe de got, DYA`yê dixwaze ji hevalbend û hêzên herêmê teqez bibe ku dev ji qada iraqî bernadin û heger temenekî baş ji vekişînê re hebe divê beriya wê were bidestxistin.

LÎBYA.. JI BO DERBASKIRINA ASTNGIYAN XWE DISPÊRIN VEGERA STEPHANIE

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê got: “Diplomata amerîkî Stephanie Williams car din bû seroka şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY), ev yek li Lîbyayê hem rastî pêşwazîkirin, hem jî redkirinê hat.

Şîrovekar dibînin ku di rojên bê de li ser gelek astan li Lîbyayê dê gelek suprîz hebin. Her wiha desntîşan dikin ku Stephanie Williams piştî îstifaya nûnerê navneteweyî yên berê Xesan Selame, di dosyaya Lîbyayê de îsbat kir ku ew jineke bi hêz û dizane çawa xebatên siyasî bi rêve bibe, ji ber wê yek di gihaştina agirbestê û pêkanîna peymana leşkerî de, heta lidarxistina komxebata diyaloga siyasî li Tûnisê û piştre li Cinêvê, bi ser ket.”