Kamîran Berwarî: Konferansa diyalogê hewldana yekitiya Kurd – Ereban e

Dr. Kamîran Berwarî têkildarî kongreya zanistê a diyaloga erebî – kurdî ku li Bexdayê hate lidarxistin got, girîngiya konferansên bi vî awayî ji bo gelên li Iraqê dijîn mezin e.

Kamîran Berwarî: Konferansa diyalogê hewldana yekitiya Kurd – Ereban e
12 kanûn, 2021   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li Bexdayê bi dirûşmeya "Ber bi diyalogeke erebî – kurdî serkeftî ve" kongreya zanistî ya diyaloga erebî – kurdî  dest pê kir. 100 kesayetên siyasî, çandî û akademîsyenên ji herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê beşdarî kongreyê bûn.

Têkildarî mijarê Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikrên Demokratîk li Başûrê Kurdistanê Dr.Kamîran Berwarî ji ANHA`yê re wiha got: "Lidarxistinên konferansên bi vî awayî girîng e, da ku têkiliyên di navbera pêkhateyan de û rêya pêkanîna yekitiya di navbera Kurd û Ereban de,  xurt bibin."

Berwarî îşaret bi girîngiya lidarxistina konferansê kir û wiha axivî: "Lidarxistina konferansên wiha di çarçoveya aloziya li Rojhilata Navîn nexasim li Iraqê, pir girîng e. Ji ber nîqaşên ku têne kirin dibin cihê balkişandina civakê û axaftina hemû dezgehên çapemeniyê."

Berwarî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngtirîn mijarên ku di konferansê de hatin nîqaşkirin û got:" Tişta ku di konferansê de hate balkişandin, koordînasyona di navbera Kurd – Ereban de ye. Pêşxistina lihevkirinên kurdî – erebî û siyasetên ku dagirker li ser her du pêkhateyan dimeşîne. Her wiha rola jina Kurd û Ereb di guhertina zihniyeta civakê de."

Kamîran Berwarî piştrast kir ku mijara girîngtir ku beşdaran behsa wê kir, ku pêwîstiya Iraq û Rojhilata Navîn bi sîstemeke rêveber û nexşerêyekê heye da ku Kurd û Ereb karibin siyaseteke hevbeş bi hevre pêk bînin.

Dr.Kamîran Berwarî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Lidarxistina konferansên bi vî awayî peyamekê dide dijmin ku her çiqas êrişî Kurdistanê bike, gelê kurd qir bike, gelê Kurd tu carî serî ji planên wî re natewîne."

(bx)

ANHA