Ji Bexdayê peyam: Biratiya Kurd û Ereban pêngaveke girîng e

Di kongreya "Berbi Diyaloga serkeftî ya Kurd-Ereb ve" li Bexdayê de hate gotin, çeka yekane ya têkoşîna li dijî dijminên navxweyî û biyanî yekîtiya gelan e.

Ji Bexdayê peyam: Biratiya Kurd û Ereban pêngaveke girîng e
11 kanûn, 2021   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya gelên Kurd-Ereb li Bexdayê bi axaftinên destpêkê yên li ser armanca kongreyê berdewam dike. Kesayet, serok eşîr û akademîsyenên beşdarê kongreyê bûne di kongreyê de peyama xwe pêşkêş dikin.

Axaftina destpêkê ji aliyê Serokê Eşîra Sediye Şêx Rehîm Sedî ve hate kirin. Şêx Rehîm di axaftina xwede behsa girîngiya vê hewldanê kir û got: “Biratiya Kurd û Ereb pêngaveke girîng e. Em vê kongreyê gelek girîng dibînin ku hemû pêkhateyên olî û netewî yên Iraqê beşdar bûne. Ez hemû hewldanên ku pêkhate û neteweyên li Iraqê ji hev cûda dikin jî şermezar dikim.”

Şêx Rehîm diyar kir ew sûcên berê niha li Iraqê hatine kirin ji ber  şovenîzm, nijadpestî û mezhebperestiyê bûne û axaftina xwe wiha domand: “Em van bûyerên berê rûdane şermezar dikin. Hevgirtin sira serkeftina me ye. Nabe tu neteweyek li Iraqê ji derve bê hiştin û cihêkarî li beramber bê kirin.”

Şêx Rehîm diyar kir niha dema pratîkêye û wiha domand: “Êdî dema wê hatiye li şûna axaftinê ji bo yekîtiya gelên Iraqê gavên pratîkî bên avêtin. Divê gel wan kesan bikin pêşengê xwe ku dilsozî mafên gel bin. Ev yegane çeke ku bikarin bi dijminên navxweyî û biyanî re têbikoşin. Evê me bigîhîne armanceke hedefeke girîng ku naveroka wê demokrasiye. Em dixwazin ciwan ji bo Iraqeke serkeftî pêşengiyê bikin.”

Piştî Şêx Rehîm bi navê Dezgeha Standar Dr. Reîd Rifat, li ser navê Komelaya Azadî bo Kurdên Feylî yên Iraqê jî Mahîr Feylî, bi navê Akademiya Siyaset û Hizra Demokrasiyê Dr. Hekîm Ebdulkerîm, li ser navê Rêxistina Mirovî ya Ewladên Şengalê jî Şemse Necar axaftin kirin.

Di hemû axaftinan de xala hevpar girîngiya bihevrejiyankirina gelan û pêwîstiya bi civakeke demokratîk hebû. Bi taybet li Iraqê ji bo peywendiyên Kurd û Ereb ev xalên sereke derketin pêş: “Divê li dijî hemû ew komployên li dijî Rojhilata Navîn û Iraqê hene bisekinin. Eger di navbera me de danûstandin û diyalog hebe, wê nijadrepestî jî neyê qebûlkirin. Ev diyaloga girîng ji bo wê ye ku welatiyên Iraqê li ser demokrasî û aşitiyê israr bikin.”

Konferans bi axaftinan berdewam dike.