Li Sêmalkayê: Heta em cenazeyan werbigirin em ê çalakiyê bidomînin

Di roja 68’an de li Sêmalkayê endamên meclisa navçeya Amûdê çalakî dewr girt. Çalakgeran bertek nîşanî PDK'ê dan ku cenazeyê şehîdan nade û got "Tişta ku PDK dike, dijmîn jî nake.”

Li Sêmalkayê: Heta em cenazeyan werbigirin em ê çalakiyê bidomînin
11 kanûn, 2021   10:48
QAMIŞLO

Çalakiya li Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên bi deste hêzên PDK'ê hatin şehîdkirin, di roja xwe ya 68’an de bi biryardarî dewam dike.

Îro koma Dêrikê çalaki dewrî endamên meclisa Amûdê kir. Koma Dêrikê pêşwaziya endamên meclisê kir û heta konê çalakiyê li gel dirûşman meşiyan.

Li ser navê şêniyên Amûdê li ber konê çalakiyê endama meclisa navçeyê Şîrîn  Dirbaz axivî. Şîrîn got: "Rayedarên PDK'ê dibêjin cenazeyên şehîdan li cem wan nîn in. Em ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bin û ji bo wergirtina cenazeyên wan em li vir in. Bila hemû dinya bizane ku Kurd êdî ne wekî berê ne. Barzanî bi hevkariya Erdogan cenazeyên şehîdan vedişêre. Em wek gelê Kurd em ê li vê konê çalakiyê bin û heta ku cenazeyên xwe wergirin em ê çalakiya xwe bidomînin."

Çalakvanên ji Amûdê ji ajansa me re diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe heta bicihanîna daxwazên malbatên şehîdan berdewam bikin.

Endama Kongra Star û endama meclisa navçeya Amûdê Sureya Hisên jî got: "Em cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Heke hewce bike, heta ku em cenazeyên xwe hildin em ê bi salan li vir bimînin. Heke bêhurmetî li cenazeyan kiribin, bila bêjin. Dibêjin cenazeyên wan nîn in, li cem dewleta Îranê ne. Çi eleqeya Îranê heye? We ew şehîd kirin û cenazeyên wan bi we re ne. Vê yekê dijmin jî nake. Bi Erdogan re hevkariyê dikin, lê ji wî kî xerabtir bûne."  

Her wiha endama meclisa Amûdê Gulbahar Xelo jî diyar kir ku heta ew cenazeyên gerîlayên bi destê PDK'ê şehîd bûne, wernegirin, ew bi biryar in ku çalakiya xwe bidomînin.