Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN

Şêniyên bajar û navçeyên kantona Qamişloyê yên meşên girseyî li dar xistin, diyar kirin ku ji bo dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Ocalan divê têkoşînê mezin bikin.

Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir-HATE NÛKIRIN
11 kanûn, 2021   11:28
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda giran li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne û nahêle parêzer û malbat hevdîtinê pê re bikin. Di vê çarçoveyê de Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel di 8`ê Kanûnê de daxuyaniyek da û tê de bang li gelê Kurd û dostên wan li cîhanê kir ku 11`ê Kanûnê ji bo Roja Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Cîhanê dakevin qadan.

Bi vê boneyê îro bi sedan pêkhateyên bajarê Qamişlo yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen li çerxerêya Mûnîr Hebîb kom bûn û dest bi meşeke girseyî kir.

Şênî ji çerxerêyê heta avahiya Komîseriya Karûbarên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê meşiyan. Meş li pêşiya avahiyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Kongra Star Emel Şemdîn axivî û berxwedana rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kir û got: “Rêber Abdullah Ocalan rêya xilasiyê li pêşiya gelên bindest ên Rojhilata Navîn vekir.”

Emed Şemdîn bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û got: “Dewletên komploger, bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan xwestin gelê herêmê dûrî fikirê wî yê demokratîk bixin. Ji ber wê tecrîdê li ser ferz dikin. Lê tiştê pêk hatî, berovajî hesabên wan bû. Gelên Rojhilata Navîn û Ewropa banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dikin û li ser bingeha felsefeya wî tê dikoşin.”

Emel Şemdîn wiha domand: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji vê berxwedanê ne. Li ser fikrê neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan me saziyên xwe yên leşkerî û siyasî ava kirin heta ku di berxwedan û têkoşînê de li seranserî cîhanê bû mînak. Em li hemberî hemû cureyên şer û çeteyan bi vîna xwe û li ser fikrê rêber Abdullah Ocalan sekînin.”

Her wiha Emel Şemdîn pêwîstiya berdewamkirina têkoşîn û berxwdanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Divê em hertim şopdarên rêgez û fikrê rêber Abdullah Ocalan bin da ku li hemberî hemû cureyên şer bisekinin.”

AMÛDÊ

Şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo meşek li dar xist. Meşê ji çerxerêya Qada Jinê ya li navarasta navçeyê dest pê kir. Meşvanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, al û sembolên Kongra Star û pankertên bi nivîsên “Dem dema azadiyê ye, azadî û edalet ji bo rêber Ocalan, bijî berxwedana Îmraliyê” rakirin.

Şêniyan bi yek dengî “bê serok jiyan nabe, Ji Ocalan re azadî” berz kirin.

Li Qada Şehîd Cîhad meş veguherî mitîngê, li wir endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk a Amûdê Minewer Xalid axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd û dostên Kurdan li sernaserê cîhanê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, tê dikoşin.

Minewer da zanîn ku CPT û civaka navneteweyî ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re sozên xwe pêk nanîn û wiha dewam kir: “Heta em rewşa rêber Ocalan nas nekin, em kêliyekê jî dev ji têkoşînê naqerin.”

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û gundên girêdayî wê jî ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest bi meşê kirin. Meş li navarasta navçeyê rawestiya.

Li wê derê, endama Meclisa PYD`ê li navçeya Girkê Legê Edile Misto komploya navneteweyî li dijî rêber Ocalan û dewamkirina tecrîdê şermezar kir û wekî berdewamiya komployên li dijî gelên Rojhilata Navîn hesiband.

Edile teqezî li ser bilindkirina têkoşînê bi rêya xwebirêxistinkirina li ser fikr û felsefeya neteweya demokratîk a rêber Ocalan kir.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan li Îmraliyê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Bi sedan ji pêkhateyên navçeya Tirbespiyê Kurd, Ereb û Suryan bi meşekê banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Meş ji pêşiya navenda Kongra Star dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Azad ji rêber Ocalan re" hatin hildan.

Meş li pêşiya navenda meclisa navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Kongra Star Necah El-Qeso diyar kir ku ev meş nameyek ji hêzên komploger  ku gel xwedî li fikirê demokratîk û felsfeya rêber Abdullah Ocalan derketiye.

Her wiha destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bibe.

Her wiha endamê PYD`ê Hac Evdî diyar kir ku dewletên ku banga azadî û demokrasiyê dikin berovajî îdiyayên xwe dikin, hevkariya dewleta Tirk dikin da ku îradeya gelan bişkînin.

DÊRIK

Bi hezeran şêniyên navçeya Dêrikê, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl meşek lidar xist. Meş ji qada Azadî ya navçeyê dest pê kir û nêzî Dêra Mar Şemonî veguherî mitîngê.

Di mitîngê de ji rêveberên Kongra Star a Dêrikê Şadiya Yûsif bêdengiya navneteweyî ya têkildarî tecrîda ku dewleta Tirk  li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike, şermezar kir. Her wiha teqez kir ku armanca wan a sereke û girîng azadya rêber Ocalan e.

Paşê Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm got: "Divê em zanibin ku dema tecrîd li ser rêbertî tê kirin wê demê hemû gelên ku banga azadiya wî dikin digre nav xwe."

Mihemed Ebdurehîm destnîşan kir ku rêbertî girtîgeha Îmraliyê kir dibistana çareserkirina hemû pirsgirêkên zehmet ji mirovahî û Rojhilata Navîn re û gotina rêbertî bi bîr xist: "Li şûna ku Îmraliyê bibe cihê sirgûn û asîmîlasyonê min ew veguherî dibistaneke çareseriyê ne tenê ji kurdan lê belê ji tevahî gelan re."

ÇILAXA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nfJ8U8LADwc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Têkildarî mijarê, şêniyên Çilaxa ya Qamişlo meşek li dar xist. Meş ji çerxerêya Şehîd Mahsûm dest pê kir û li nava sûka navendî gerî û li qada Geracê vegerî mîtîngê.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Hacer Mihemed axivî û komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan û gelên herêmê bi gistî şermezar kir.

Hacer Mihemed wiha got: "Beriya 23 salan bi piştevaniya îstîxbaratên navneteweyî dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Abdullah Ocalan komployek pêk anî, da ku fikirê wî yê azad ê ku di navbera gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn de belav bûye, têk bibe."

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb da zanîn ku îro fikirê rêber Abdullah Ocalan ne tenê nûnertiya gelekî yan etnîk  yan jî partiyekê dike, lê belê nûnertiya dengên gelên bindest ên li Rojhilata Navîn û cîhanê dike û wiha bi dawî kir: "Ji ber vê yekê pêkhate dibînin ku rizgariya wan di fikirê neteweya demokratîk de ye."

ANHA