Sekreterê giştî yê NATO`yê daxwaza Rûsyayê ya têkildarî Ukrayna red kir

Rûsya ji NATO`yê daxwaz kir ku biryara 2008`an a tevlêkirina Ukrayna û Georgia di nava NATO`yê de betal bike. Lê sekreterê giştî yê NATO`yê Jens ev daxwaz red kir.

Sekreterê giştî yê NATO`yê daxwaza Rûsyayê ya têkildarî Ukrayna red kir
11 kanûn, 2021   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi şêwirmendê Almanyayê yê nû Olaf Scholz re, sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg piştrast kir ku 30 dewletên endamên NATO û Ukraynayê wê xwezaya têkiliya di navbera NATO û Ukraynayê de, diyar bikin.

Li gorî Jens Stoltenberg NATO`yê daxwaza Rûsyayê red kir ku ji rojava xwestibû tevlêbûna Ukraynayê di NATO`yê de betal bike.

Jens Stoltenberg wiha domand: “Em nikarin hewldana Rûsyayê qebûl bikin ku dîsa pergalekê bide rûniştandin ku li gorî wê hêzên mezin mîna Rûsyayê xwedî herêmên hegemonîk be û karibe mîna endamên NATO`yê biryarê bide.”

Rûsya înê ji NATO`yê xwesitbû ku bi awayekî fermî biryara 2008`an a tevlêkirina Georgia û Ukrayna ya di NATO`yê de betal bike.

Her wiha Rûsyayê di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de bang li NATO`yê kir ku rahênanên xwe yên li nêzî sînorên Rûsyayê rawestîne.

 (şx)