Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Hema û Idlibê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê eniyên şer li çiyayê Zawiyê ya gundewarên başûrê Idlibê û Sehl Xab a gundewarên bakur rojavayê Hemayê topbaran kir. 

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Hema û Idlibê topbaran kir
11 kanûn, 2021   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), hêzên hikumeta Şamê eniyên şer ên çeteyên dewleta Tirk li çiyayê Zawiyê ya gundewarên başûrê Idlibê û Sehl Xab a gundewarên bakur rojavayê Hemayê topbaran kir. 

Ji aliyekî din ve jî, balafireke keşfê ji vê sibehê ve li asîmana Dana û Sarmedê ya gundewarên bakurê Idlibê li nêzî sînorê Lîwa Iskenderon û heya niha digere. Tê payîn ku balafir girêdayî Koalisyona Navneteweyî ye.

(dm)