Civîna dawî ya jinûve sazkirina hevpeymana civakî dest pê kir

Komîteya berfireh a sazkirina hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya dawî ji bo dayîna hevpeymana civakî bi beşedarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser, siyasetmedar û hiqûqnas, lidar xist.

Civîna dawî ya jinûve sazkirina hevpeymana civakî dest pê kir
11 kanûn, 2021   09:58
HESEKÊ

Beriya niha bi çend kêliyan civîna dawî ya komîteya berfireh a jinûve Sazkirina hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Civîn li hola Serdem a li bajarê Hesekê tê lidarxistin. 157 endamên komîteya berfireh, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas, saziyên civaka sivîl û civakî li herêmê, beşdarî civînê bûne.

15`ê Tîrmeha borî, Rêveberiya Xweser komîteyeke biçûk a ji 30 endaman ava kir da ku reşnivîsa hevpeymana civakî amade bikin û di civînên berfireh de bi civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ev reşnivîs hat nîqaşkirin.

Civîn bi awayekî girtî li pêşiya dezgehên çapemeniyê, didome.

(bx)

ANHA