ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-12-2021
11 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne bi serdanên şêniyan di roja 68 de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Qamişlo, navçeyên wê Tirbespiyê, Girkê Legê, Amûdê û Çilaxa û li bajarê Hesekê û navçeyên wê Şedadê, Hol, Dirbêsiyê û Til Temirê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bi banga azadiya wî ya fîzîkî xwepêşandanan tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Komîteya Hevpeymana Civakî li hola Serdem a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê civînekê li dar dixin. Civîn wê 3 rojan berdewam bike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji mehekê ve madeyên çêkirina testên vîrusa koronayê li taqîgeha yekane ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bûne. Ev yek xebatên Desteya Tenduristiyê ji bo diyarkirina rêjeya pêşketiyan asteng dike. Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku bi hatina madeyan re taqîgeh dê dîsa bixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebîh Îzedîn bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe bi cih bînin û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî goristan û perestgehan  rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Muslim Şêx Hesen destnîşan kir ku AKP`ê berpirsa hemû aloziyên li hundirê Tirkiyê ye û ne dûr e di hilbijartinên bê de bi bin bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-"Ez ê heta nefesa dawî tê bikoşim, da ku erka xwe li hemberî kurê xwe yê şehîd û serokê xwe bi cih bînin", bi van gotinan yadê Şaha di dirêjahiya salên şoreşê de soza xwe bi cih anî û dîrokeke ji têkoşînê li pey xwe hişt.

ANALÎZ

- Faşîzma AKP-MHP'ê ku dijminê Kurdan a sondwarî ye, bi SÎHA'yan li Şengalê qetlîameke din kir. Hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û 2 zarokên wî di wesayîtekê de kirin hedef. Her du zarok hatin rizgarkirin. Pêşengê gelê Şengalê Merwan Bedel şehîd ket. Êrişeke mîna fermanekê ye ku hemû malbat hedef tê girtin. Di şexsê Merwan Bedel de hemû Şengal tê qetilkirin. 

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber kêmkirina avê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve rûbera çêrgehê kêm bûye û di encamê de hejmara gamêşan kêm bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA