​​​​​​​ Rojnameyên erebî: Peymanên Rûsya û Sûriyê ji çeteyan re

Rojnameyên Erebî vê sibê derbarê rewşa Sûriyê, dosyaya vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê û Lîbyayê de nivîsandin.

​​​​​​​ Rojnameyên erebî: Peymanên Rûsya û Sûriyê ji çeteyan re
​​​​​​​ Rojnameyên erebî: Peymanên Rûsya û Sûriyê ji çeteyan re
​​​​​​​ Rojnameyên erebî: Peymanên Rûsya û Sûriyê ji çeteyan re
11 kanûn, 2021   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

 ÇETEYÊN LI IDLIBÊ JI RAHÊNANÊN RÛSYA-SÛRYÊ LI HELEBÊ BI FIKAR IN

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Di çend rojên dawîn de pisporên leşkerî yên rûs perwerdeyên leşkerî ji komên girêdayî rejîma Sûriyê re li gundewarê Helebê pêk anî. Tê de çekên navîn û sivik hatin bikaranîn.

Çavkaniyekî taybet got di çend rojên dawîn de pisporên leşkerî yên hêzên Rûsyayê çavdêriya perwerdekirina komên girêdayî hêzên hikumeta Şamê kir ku li herêma El-Hadir, Xenasir, baregehên din ên li başûr û rojavayê Helebê li dar ketin.

Malpera Rûsya El-Yeûm duh ragihand ku pisporên rûs çavdêriya perwerdekirina yekîneyên artêşa Sûriyê li ser şer û bikaranîn çekên curbicur kirin.

Li aliyekî din fermandarekî komên çekdar ên muxalefeta Sûriyê got komên muxalefetê û odeyên operasyonan ji nêz ve van rahênan dişopîne. Her wiha diyar kir ku tu nîşane tune ye ku ew amadekariya pêkanîna êrişekê li dijî bakur rojavayê Sûriyê dikin.”

NÎŞANEYÊN NAKOK ÊN VEKIŞÎNA AMERÎKA JI IRAQÊ

Girêdayî vekişîna Amerîka ji Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nîşaneyên nakok derbarê vekişîna hêzên xwe de da ku tê payîn di dawiya vê mehê ji Iraqê veşikin, şandin. Ev yek duduliya Amerîkayê ya li hemberî vê gavê nîşan dide li gel şertûmercên heyî yên Iraqê û herêmê û tunebûna hêviyê têkildarî derfeta gihaştina lihevkirinekê bi Îranê re li ser dosyaya wê ya nukleerî.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê Ceneral Frank McKenzie ragihand ku welatê wî dê 2 hezar û 500 leşkerên amerîkî li Iraqê bihêle.

 Daxuyaniyên McKenzie û yên şêwirmendên ewlehiya neteweyî ya Iraqê Qasim El-Erecî têkildarî bidawîbûna erka şerker hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê û sînordarkirina têkiliyan bi Koalîsyonê re di warê perwerde û şêwiriyê de bi nakok in.”

Li gorî aliyên siyasî yên iraqî ku daxuyaniyên MacKenzie têkildarî parastina heman hêza ku di sala 2014`an de ji Iraqê re hatibû şandin û axaftina wî bi awayekî ne yekser derbarê sînordarkirina erkên xwe tenê di pêşkêşkirina şêwermendî û perwerdeyê de, peyamek ji Îranê re ye ku niyeta welatê wî tune ye ku sînaryoya vekişînê ya berê dûbare bike.

Lêkolînerê siyasî yê iraqê Cebar El-Meşhedanî di daxuyaniyên xwe de got, DYA`yê dixwaze ji hevalbend û hêzên herêmê teqez bibe ku dev ji qada iraqî bernadin û heger temenekî baş ji vekişînê re hebe divê beriya wê were bidestxistin.

LI LÎBYAYÊ BERIYA HILBIJARTINAN TEVLEHEVÎ

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Itîhad El-Wetenî wiha nivîsî: "Hikumeta yekitiya niştîmanî li Lîbyayê beriya lidarxistina hilbijartinên serokatiyê li welat di nava rewşeke tevlîheviyê de ye. Ew jî di dema ku serokwezîr Abdullhemîd El-Debîbe kaxezên namzetiya xwe ji hilbijartinan re pêşkêş kir û erkên serokatiya hikumeta da cîgirê xwe Remedan Bû Cenah. Ji ber vê yekê jî hejmarek ji wezîran di pêkanîna erkên ku beriya hilbijartinan pêşkêşî wan hatine kirin, tevlîhev bûn. Ji ber vê yekê jî wezîrê petrol û gazê Mihemed Ewin bi serokê meclisa parlementeran re axivî ku kî ji cîgirên serokatiya meclisan dê ji bo erkên serokatiya meclisa wezîran di dema heyî de were erkdarkirin."

Têkildarî mijarê komîteya wezîran a lîbyayê ya pêwendîdar bi destekdayîn û serxistina hilbijartinên 24`ê Kanûnê wê plana xwe ya serastkirina hilbijartinên serokatî û zagonî çi bi koordînasyona di navbera saziyên cûda de û çi bi koordînasyona bi komîseriya niştîmanî ya bilind a hilbijartinan re ku destekê bidin hilbijartinan û pêk bîn û erka xwe di belavkirina hişyariyê de derbarê girîngiya hilbijartinan û beşdarbûnê de, pêk bîne.

El-Debîbe komîteyeke pêwendîdar a koordînasyonê di navbera saziyên dewletê yên cûda de ava kir da ku destekê bidin hilbijartinan.

(şx-bx)