Li Viyanayê bi çalakiyekê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin

Kurdistaniyên li paytexeta Awusturya Viyanayê bi mîtîngekê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Li Viyanayê bi çalakiyekê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin
10 kanûn, 2021   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Çandê Kurdî ya Viyana bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li paytexta Awusturya Viyanayê mîtîngek orgenîze kir û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Bi dehan kurdistaniyên li Awusturya  beşdarî mîtîngê bûn. Beşdaran wêneyên rêber Ocalan, pankartên banga li civaka navneteweyî ku bi erka xwe ya exlaqî û mirovî rabe û dawî li sûcên li girtîgeha Îmraliyê bîne, rakirin.

(eh)

ANHA