Hikumeta Şamê dîsa gundewarên Idlib û Helebê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarên Heleb û Idlibê, derdora Kefer Nûran a rojavayê Helebê û herêmên çiyayê Zawiyê, topbaran kirin.

Hikumeta Şamê dîsa gundewarên Idlib û Helebê topbaran kirin
10 kanûn, 2021   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand hêzên hikumeta Şamê gundewarên Heleb û Idlibê topbaran kirin, her wiha derdora Kefer Nûran a li rojavayê Helebê û Filêfil, Fitêra û Bênîn ên çiyayê Zawiyê ya başûrê Idlib hedef girtin. Derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatin bidestxistin.

Hêzên hikumetê duh jî herêmên Sifohin, Bara, Fitêra û Filêfil ên başûrê Idlibê, topbaran kiribû. Her wiha li asîmanê herêma bêçek bi taybet çiyayê Zawiyê, Sehil Xab û çiyayê Ekrad tevgereke zêde ya balafirên keşfê yên Rûsyayê hebû.

(dx)