QSD li Eyn Îsayê hewldaneke din a dagirkeriyê têk bir

QSD`ê êrişeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Sakîro yê li rojhilatê Eyn Îsayê têk bir. Di encamê de hejmareke mezin a çeteyan birîndar bûn, yên mayî jî reviyan.

QSD li Eyn Îsayê hewldaneke din a dagirkeriyê têk bir
10 kanûn, 2021   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev saet di 9:300`an de hewl dan gundê Sakîro dagir bikin. QSD diyar kir ku hêzên wan hewldana çeteyan têk bir û di encamê de gelek çete birîndar bûn, yên mayî jî neçarî revê bûn.

Li gorî Navenda Ragihandina QSD`ê, di du rojên dawîn de ev cara duyemîn e çete hewl didin derbasî gundê Sakîro bibin û hewldanên wan tên têkbirin.

 (şx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XoKIvLCw3tQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>