Kongra Star dawî li hemleya "Tê bikoşe! tundî û dagirkeriyê têk bibe" anî

Kongra Star a kantona Hesekê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bi daxuyaniyekê dawî li hemleya "Tê bikoşe! tundî û dagirkeriyê têk bibe" anî.

Kongra Star dawî li hemleya "Tê bikoşe! tundî û dagirkeriyê têk bibe" anî
10 kanûn, 2021   11:52
HESEKÊ

Kongra Star a bajarê Hesekê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li kampa Serêkaniyê daxuyaniyek da raya giştî.

Bi dehan jinên kampa Serêkaniyê, endamên Kongra Star û koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê koordînasyona Kongra Star a Hesekê Evîn Paşo ve hate xwendin. Evîn Paşo di destpêka daxuyaniyê de wiha got: "Hewextî Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ku ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve ji bo naskirina mafên mirovan hatiye ragihandin, em bidawîbûna hemleya xwe "Tê bikoşe! tundî û dagirkeriyê têk bibe" radigihînin, ku di 20’ê Mijdarê di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan de hatibû destpêkirin.”

Evîn Paşo wiha dewam kir: "Tundî û dagirkerî parçeyekî binpêkirina mafên mirovan in. Ji ber wê di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de me bi dirûşma "Tê bikoşe! tundî û dagirkeriyê têk bibe" hemlyek ragihand. Di hemleyê de gelek çalakî hatin lidarxistin, armanc jê parastina mafên jinan û bidawîkirina dagirkeriyê bû.”

 (dx)