McKenzie: Em ê 2 hezar û 500 leşkerên amerîkî li Iraqê bihêlin

Frank McKenzie got Washington dê hêza xwe ya niha (2 hezar û 500 leşker) li Iraqê bihêle. McKenzie ji zêdebûna êrişên terorsît hişyarî da.

McKenzie: Em ê 2 hezar û 500 leşkerên amerîkî li Iraqê bihêlin
10 kanûn, 2021   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Fermandariya Navnedî ya Amerîkayê Frank McKenzie ji ajansa “Associated Press” re got: “Ruxmî ku mîsyona şer a hêzên Amerîkayê li Iraqê bi dawî bûye jî, lê belê dê desteka hewayî û alîkariyên leşkerî yên din ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê dewam bikin. Tundiya mîlîsên Îranê li dijî hêzên Amerîkayê û hêzên Iraqê dibe ku vê mehê jî bidome.”

McKenzie diyar kir ku ev mîlîs dixwazin hemû hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekişin û wiha domand: “Lê em venakişin. Em ji baregehên ku pêdiviya me pê tune bû vekişîn. Lê belê Iraqî hîna dixwazin em li vir bin. Eger ew vê yekê dixwazin, em dikarin li hev bikin û em ê li wir bin.”

Frank McKenzie her wiha destnîşan kir ku dê gefa çeteyên DAIŞ`ê li ser Iraqê berdewam bike û dibe ku di bin navên cuda de xwe dîsa bi rêxistin bike.

McKenzie ragihand ku hebûna hêzên Amerîkayê li seranserî Rojhilata Navîn ji sala borî ve gelek kêm bûye.

(şx)