Komîteya Parastina Rojnamevanan: Li tevahî cîhanê 293 rojnamevan girtî ne

Di rapora Komîteya Parastina Rojnamevanan de hate gotin ku hejmara rojnamevanên girtî li tevahî cîhanê di sala 2021`an de 293 ye. Rojnamevanên girtî herî zêde li Tirkiyê ne.

Komîteya Parastina Rojnamevanan: Li tevahî cîhanê 293 rojnamevan girtî ne
9 kanûn, 2021   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Komîteya Parastina Rojnamevanan a 2021`an, li seranserê cîhanê 293 rojnamevan hatine girtin.

Di rapora salane ya Komîteya Parastina Rojnamevanan de hate gotin li Çînê 50 rojnamevan, li Burmayê 26, li Vîetnamê 23 û li Belarusê jî 19 rojnamevan hatine girtin.

Tevî rojnamevanên girtî li Îran, Tirkiye, Rûsya, Etiyopya û Erîtreyê hejmara giştî ya rojnamevanên girtî ji destpêka Kanûnê ve li li tevahî cîhanê gihaşt 293’an.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di lîsteya 10 dewletên ku herî zêde rojnamevanan digirin; Tirkiye, Erître, Rûsya û Îran cih digirin. Serokên van welatan qanûnên ewlehiyê û teknolojiyê wek çekekê bi kar tînin da ku muxalefetê tengav bikin û pîvanên navneteweyî binpê bikin.”

(bx)