Li Iraqê di salekê de 5 hezar bûyerên tundiya li dijî jinan pêk hatin

Sekreteriya Giştî ya Meclisa Wezîran a Iraqê ragihand ku îsal li welêt 5 hezar bûyerên tundiya li dijî jinan hatine tomarkirin.

Li Iraqê di salekê de 5 hezar bûyerên tundiya li dijî jinan pêk hatin
9 kanûn, 2021   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreteriya Giştî ya Meclisa Wezîran a Iraqê eşkere kir ku îsal li Bexdayê û seranserê parêzgehên din ên Iraqê 5 hezar bûyerên tundiyê li dijî jinan rû dane. Her wiha diyar kir ku ji bo parastina jinan ji tundiyê, hewldanên wan ên derxistina qanûnekê hene.

Rêvebera Daîreya Bihêzkirina Jinan a girêdayî Sekreteriya Giştî Yusra Kerîm diyar kir ku tenê îsal li Bexdayê û parêzgehên din 5 hezar bûyerên tundiya li dijî jinan hatine tomarkirin. Her wiha da zanîn ku hejmara rast zêdetir e, ji ber ku gelek bûyer ji ber urf û adetên civakê nayên tomarkirin.

Yusra Kerîm got ew hewl didin pêşnûmayeke qanûnê ji bo parastina jinan ji tundiya malbatî derxin û piştrast kir ku ew li benda avabûna hikumeta nû ne da ku pêşkêş bikin.

(dx)