Biden: Şandina hêzê ji bo Ukranya ne gengaz e

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku têkildarî aloziya di navbera Kiev û Moskovê de, welatê wî hêzên xwe naşîne Ukranya.

Biden: Şandina hêzê ji bo Ukranya ne gengaz e
9 kanûn, 2021   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Biden beriya ku ji Koşka Spî berê xwe bide bajarê Kensas ji rojnemevanan re da zanîn ku mijara belavbûna hêzên Amerîka li Ukranya nehatiye nîqaşkirin.

Biden destnîşan kir ku li gorî madeya 5`an a peymana NATO`yê, eger hevkarên wan ên NATO`yê rastî êrişan werin, li hemberî wan xwedî berpirsiyariyên exlaqî û qanûnî ne.

Biden piştrast kir ku ev berpirsiyarî Ukranya nagire nava xwe.

(dm)