Malbatên şehîdan: Divê gelê herêmê ji êrişekê re amade be‎

Malbatên şehîdan a kantona Kobanê bang li gelê herêmê kir ku xwe ji her şerekî re amade ‎bikin û got divê şerê dijmin pêk tîne neyê paşguhkirin û divê li hemberê were sekinandin da ‎ku gelê herêmê bi ewle û aram bijî.‎

Malbatên şehîdan: Divê gelê herêmê ji êrişekê re amade be‎
9 kanûn, 2021   01:49
KOBANÊ

Têkildarî şerê taybet ê li dijî herêmê û divê gel çawa li hemberê bisekine, malbatên şehîdan ên Kobanê peyamên xwe ji gelê herêmê re şand û got divê gel li hember êrişeke muhtemel ê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve amade be. ‎

Dayika şehîd Çiya, Emîne Yasîn got: "Divê gelê me ji her şerekî re amade be. Divê çek ‎amade be, dijminê me xayîn e û piştî têkçûna wê di tunekirina ‎gelê herêmê de, hewl dide bi şerê taybet me tune bike."

‎

Emîne Yasîn wiha lê zêde kir: "Pêwîst e gelê herêmê bi taybet gelê Kurd, bi hemû hêza ‎xwe amade bin û bi îradeya xwe ve girêdayî bin. Divê em dev ji doz û xaka xwe bernedin."

‛PAŞGUHKIRINA ŞERÊ DIJMIN PÊK TÎNE ÇEWTIYEK E’

Bavê şehîd Artêş, Fethî Elî bang li şêniyên herêmê kir ku di vê dema hestiyar de yekrêziya ‎xwe pêk bînin û guh nedin tu propegadeyên ku dijmin belav dikin, ji ber ku armanca wan ‎valakirina herêmê ji şêniyan e.        ‎

Fethî Elî wiha dom kir: "Heke şerek çêbû, divê hemû civak çekan hilgire û berê xwe bide ‎xendeqan. Yan bi rûmet bimirin, yan jî azad bijîn. Divê em nehêlin ‎dijminê me vê axa pîroz dagir bike, yê ku difikire bireve, ne Kurd e û ne jî kurê vê axê ye, ji ‎ber ku ev ax ne ya xayînan e."‎

‛LI KOKA XWE VEGERIN, EV XAK NE JI DIJMIN RE YE’

Mistefa Elûş, bavê şehîd Edhem Kobanê bal kişand ser berxwedana gelê herêmê di şerê ‎Kobanê de ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dan ku di encamê de bi ser ketin û got: "Divê ‎gelê me xwedî rihê berxwedana Kobanê be."

Mistefa Elûş peyamek ji gelê herêmê re şand û got: "Peyama min ji bo wan kesên ku hewl ‎didin tirsê di nava gelê me de belav bikin, vegerin ser koka xwe, ji ber ku ev ax ne hêjayî ‎xayînên ku li ser dijîn e. Wê rojek were ku hûn poşman bibin, çawa ku yên ji Veytnamê ‎reviyan û poşman bûn û li dijî wê zêdetirî dewletekê şer kir. Lê dîsa jî gelê Veytnamê bi ser ket." ‎

(dx)

ANHA