ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-12-2021
9 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiyên konvendanê li deriyê Sêmalkayê di roja 65’an de bi tevlêbûna şênî û endamên saziyan ji bo wergirtina cenazeyên gerîla berdewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Girkê Legê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan meşekê li dar dixe, meş ji Qada Şehîd Xebat de dest pê dike. saet 12:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê daxuyaniyekê li pêş avahiya NY’yê ya li Qamişlo dide. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Kobanê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan meşekê li dar dixe. Meş ji Qada Şehîd Egîd ve dest pê dike. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê semînerekê li ser "Şerê gel ê Şoreşgerî" dide. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê civîna xwe ya salane li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Şengalê li Hesekê, Şedadê, Dirbêsiyê, Hol û Til Temirê meşekê li dar dixin. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi armanca guhartina demografiya kantona Efrînê ya bi rêya sûcên domdar ên li dijî kurdên li Efrînê, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 3 mehan de 7 welatî qetil kirin û zêdetirî 200 welatî revandin. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevka PYD'ê Sema Begdaş got “Em biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê erênî dibînin. Divê Konseya Ewropayê biryarên xwe yên ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê bişopîne.” ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdan a kantona Kobanê bang li gelê herêmê kir ku xwe ji her şerekî re amade ‎bikin û got divê şerê dijmin pêk tîne neyê paşguhkirin û divê li hemberê were sekinandin da ‎ku gelê herêmê bi ewle û aram bijî.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama PYD`ê  şaxê Reqayê Ebîr Xelîl diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla, isbat dike ku dewleta Tirk ji aliyên siyasî û leşkerî ve bi bin ketiye. Her wiha destnîşan kir ku hemû xeteriya van çekan dizanin, divê civata navneteweyî sînorekê ji barbariya dewleta Tirk re deyne. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

- Nivîskar û rojnamevanê iraqî Şemxî Cebir bêdengiya rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û bang kir ku divê lêpirsê li ser vê yekê pêk were. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar û rûspiyên Hesekê diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê di diyaloga sûrî de nixumandî ye ku divê sûrî bi xwe vê diyalogê bi rê ve bibin. Her wiha israra MSD`ê ya li ser diyalogê bi erênî nirxandin û destnîşan kir ku divê şêniyên herêmê pişta xwe nedin hêzên derve. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Ligel nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Lubnanê de, hin welatî hêvî dikin ku desthilata heyî bi rêya hilbijartinan biguherînin. Hin welatiyên din jî ji taloqkirin yan betalkirina hilbijartinên parlamantoyê ditirsin ku tê payîn 27`ê Adara bê werin lidarxistin. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Ji rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Partiya Nûjen a Demokratî li Sûriyê çalakiyekê li pêş avahiya NY’yê ya li Qamişlo bi diruşma "Destê xwe ji ser Sûriyê rakin" li dar dixe. Saet 11:00’an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongra Star a herêma Efrînê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyekê dide, her wiha Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Efrînê têkildarî şehîdbûna hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê daxuyaniyekê dide. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

 ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê di çarçoveya "Roja Pêncşemê ya Çandê" semînerekê bi sernava "Dîroka avahiyên gundewarên Bakurê Sûriyê" li Parka Xwendinê ya Hesekê li dar dixe û Dr.Azad Ehmed semînerê bi rê ve dibe. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Lêkolînerê dîrokê û hunermendê endamê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk Selman Îbrahîm got huner dîroka gelan ji pişaftin û tunekirinê diparêze. Her wiha îşaret pê kir ku bi destpêkirina şoreşê Rojava pêwîstî çêbû ku hunera Kurd li ser asta akademî bi pêş keve û çanda gelên herêmê ji cîhanê re were nasîn. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA