​​​​​​​‛Dewleta Tirk mîna Sadam Huseyn çekên kîmyawî li dijî kurdan bi kar tîne’

Nivîskar û rojnamevanê iraqî Şemxî Cebir bêdengiya rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û bang kir ku divê lêpirsê li ser vê yekê pêk were.

​​​​​​​‛Dewleta Tirk mîna Sadam Huseyn çekên kîmyawî li dijî kurdan bi kar tîne’
9 kanûn, 2021   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Nivîskar û rojnamevanê iraqî Şemxî Cebir got artêşa Tirk a dagirker sûcên mîna yên Sadam Huseyn ên li dijî gelê Kurd pêk anine, pêk tîne. Cebir bang li OPCW`ê kir ku şandeyekê rêke herêmê da ku derbarê bikaranîna çekên kîmyawî de lêpirsînekê çêke. Her wiha Cebir diyar kir ku Hêzên Parastina Gel (HPG) hêviyên gelê kurd ên ji bo rizgarkirin û bidestxistina mafên xwe îfade dike. 

Ji zêdetirî 7 mehan ve artêşa Tirk a dagirker bi armanca qirkirin û dagirkirinê êrişî herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê dike. Her wiha çekên kîmyawî jî bi kar tîne. Armanca wê ya sereke jî qirkirina kurdan û guhertina demografiya Kurdistanê ye.

HPG`ê di 24`ê Cotmehê de ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di 6 mehan de 323 êrişên kîmyawî li dijî herêmê bi kar anîne, lê hejmara rastîn ji vê pirî zêdetir e.

Beramberî wan êrişan, HPG`ê û YJA-Star berxwedaneke destanî nîşan didin, derbên giran li dagirkeran didin û hêzên dagirker neçar kirin ku ji herêmên Werxelê, Tabûra Ereban ên Avaşînê vekişîn.

Têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî HPG`ê li Başûrê Kurdistanê, ajansa me hevpeyvînek bi nivîskar û rojnamevanê iraqî Şemxî Cebir re çêkir. Cebir sûcên dagirkeriya Tirk bi sûcên li dijî nirxan û hevpeymanên navneteweyî bi nav kir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Ji 23`yê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Bi nêrîna we armanca wê ya rasteqîn a veşartî ji van êrişan çi ye?

Gelek dezgehên çapemeniyê yên cîhanê, çalakvan û siyasetmedar behsê kirin ku dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî di êrişên xwe de bi kar tîne û mîna sûcên Sadam Huseyn ên li dijî kurdan pêk tîne. Divê OPCW şandeyekê rêke herêmê da ku lêpirsînekê çêke, encamên bikaranîna van çekan li dijî kurdan li bakurê Iraqê lêkolîn bikin.

Divê parêzvanên mafên mirovan, gelê kurd ji êrişên dewleta Tirk biparêzin ku bi armanca qirkirinê êrişî li dijî wî pêk tên. Ev sûc li gorî hemû peyman û lihevkirinên navneteweyî tên şermezarkirin.

HPG`ê bi lehengî li pêşiya êrişan li ber xwe didin û zirarên mezin bi artêşa Tirk dikin, di encamê de neçar ma ji gelek herêman vekişe. Gelo hûn vê berxwedanê çawa dinirxînin?

Ji mafê gel e ku li hemberî her destwerdanekê li ber xwe bide. Ev dînamîkaya gelên parêzvan îfade dike ku mafên xwe yên neteweyî, çandî, aborî û siyasî diparêzin.

HPG`ê ji gelê kurd re ku hêviyên rizgarkirin û bidestxistina mafên wî ye.

Li gorî agahiyên ku HPG`ê parve kirine, artêşa Tirk a dagirker bi sedan caran çekên kîmyawî bi kar anîne di encamê de zêdetirî 30 gerîla şehîd bûne. HPG û KCK`ê gelek caran bang kirin ku şandeyek were herêmê da ku mijarê lêkolîn bike, lê civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên têkildar di sêrî de OPCW bê deng in. Bi nêrîna we çima bê deng in?

Mixabin gelek dewlet ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û têkiliyên xwe yên bazirganî bi dewleta Tirk re hene, sûcên wê û nirxên mirovahiyê û mafên rewa yên navneteweyî paşguh dikin. Ji wê zêdetir, ev rêxistin ketine bin bandora gelek dewletan ji ber wê bê deng in û lêpirsînan li ser sûcan çênakin.

Heta xwepêşendanên li pêşiya avahiya OPCW têne lidarxistin, tên paşguhkirin û hin caran tên astengkirin.

Heta niha dewletên Ereb û Komkara Erebî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker çi li Sûriyê yan jî li Iraqê bin tu helwest nîşan nedan. Bi nêrîna we sedem çi ye?

Helwesta wan ji yên dewletên cîhanê ne cuda ye. Ew jî ji ber berjewendiyên xwe û têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re, hovîtiya sûcên dewleta Tirk ên li dijî kurdan paşguh dikin. Ev sûc, sûcên qirkirê ne. Pêwîst e bi lez û bi awayekî cidî çalakvan û rojnamevanên xwedî li nirxên mirovahiyê derdikevin û piştgiriya dozên neteweyên bindest dikin, bixebitin.

Bi nêrîna we çi ji Komkara Erebî tê xwestin, da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker werin rawestandin. Bi taybet KCK`ê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku hevbendiya kurd-ereb, rê li pêşiya dagirkeriya Tirk digire?

Divê peywendî bi rêxistinên civaka sivîl, yekitî û sandîqayên serbixwe re ava bikin, dengê gelê kurd bigihînin hemû azadîxwazên ereb ji bo ku helwesteke diyar nîşan bidin. Piştgiriya gelê Kurd bikin, da ku mafên xwe yên di azadiyê û jiyana rûmet de pêk bîne. Bi nêrîna min ev rê têrê dike piştgiriyeke Erebî ya diyar û bi bandor pêk were.

(şx)

ANHA