MSD: Yekane çareserkirina aloziya Sûriyê diyalog e

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Merî Şiblî teqez kir ku yekane çareserkirina aloziya Sûriyê diyalog e û got MSD`ê di vê pêvajoyê de hebûna xwe ya siyasî di aliyê erebî û cîhanî de îsbat kir ku aloziya Sûriyê çareser bike.

MSD: Yekane çareserkirina aloziya Sûriyê diyalog e
8 kanûn, 2021   16:43
HELEB

Bi boneya salvegera 6`emîn a damezirandina MSD`ê îro li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd civînek hate lidarxistin. PYD`ê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Sûrî, Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî, Meclisa Jinan a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Fehîma Hemo axivî û bi xêrhatina hemû beşdaran kir û salvegera 6`emîn a damezirandina MSD`ê li hemû gelê Sûriyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pîroz kir.

Paşê endamê Serokatiya MSD`ê Meriî Şiblî wiha axivî: "Aloziya Sûriyê ya ku di sala 2011`an de dest pê kir, ji ber bermahiyên rejîmên neteweperest ên li Rojhilata Navîn bi rê ve dibir bûn."

Şiblî wiha domand: "Dema MSD`ê kongreya xwe yê yekemîn li bajarê Dêrikê li dar xist, ew bingeha rizgarkirina gelê Sûriyê ji van sîstemên paşketî bû. Diviyabû ku hebûneke siyasî bihata çêkirin ku barê veguhastina ber bi pêvajoyeke nû ve ku wekhevî tê de heye, rake."

Şiblî destnîşan kir ku ji destpêka MSD`ê hate damezirandin ve, gelek destkeftî di qada herêmî û cîhanî de bi dest xistin, tev li piraniya partiyên şoreşger û tevgerên jinan bû ku baweriya wan bi çareseriya siyasî û demokrasî heye.

Şiblî teqez kir ku MSD`ê di vê pêvajoyê de hebûna xwe ya siyasî di aliyê erebî û cîhanî de bi rêya hewldanên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ya bi rêya diyalogê, îsbat kir.

Şiblî wiha domand: "Ji sala 2015`an ve MSD`ê bûye sîwana siyasî ya QSD`ê. Hêzên ku hemû herêmên Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê ku destekê ji dewleta Tirk digirin, rizgar kirin."

Her wiha endama Meclisa Serokatiya MSD`ê Fehîma Hemo jî wiha axivî: "Pîvana yekemîn a MSD`ê ku dagirkirina xaka Sûriyê bi dawî bibe, yekitiya wê were parastin da ku bighêjin Sûriyeke nû ya demokrasî û pirreng ku hemû pêkheteyên gelê Sûriyê, hembêz bike."

Fehîma Hemo wiha anî ziman: "Tevî bangên me ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyalogê ye, lê her tim aliyên dijberî vê diyalogê hene û di serî de dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê."

Fehîma Hemo bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Jinên di nava MSD`ê de gelek destkeftî bi dest xistin. Rola wê girîng e ku jinan ji aliyê siyasî ve zana bike û rola xwe di avakirina civaka azad de xurt bike."

(bx)

ANHA