Merasîma oxirkirina Merwan Bedel dest pê kir-NÛ BÛ

Cenazeyê Merwan Bedel Xwedêda gihîşt Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan. Li goristanê bi beşdarbûna hezaran Şengaliyan merasîma leşkerî destpê kir.

Merasîma oxirkirina Merwan Bedel dest pê kir-NÛ BÛ
8 kanûn, 2021   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda 7'ê Kanûnê (duh) bi balafireke bêmirov a biçek şehîd ketibû.

Cenazeyê Merwan Bedel îro danê siharê ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin û ji bo rê û resmên olî anîn mala wî. Bi sedan welatî jî li ber mala Şehîd Merwan Bedel kom bûn. Piştî ku rê û rêsmên olî xilas bûn, cenazeyê Merwan Bedel bi dengê def û şibêb û dirûşmeya şehîd namirin, ber bi goristanê hate birêkirin.

Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bi beşdarbûna hezaran kesî û bi dirûşmeyên şehîd namirin gihîşt Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan.

Di van kêliyan de ji bo Merwan Bedel merasîma leşkerî dest pê kiriye.