Rêveberiya Xweser banga vekirina dergehê Til Koçerê kir

Ebîr Êliya diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî karesateke mirovî ne û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku ji bo vekirina dergehê Til koçer li pêşiya alîkariyên mirovî bixebitin.

Rêveberiya Xweser banga vekirina dergehê Til Koçerê kir
8 kanûn, 2021   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî milyonek koçber û penaber hene ku di 15 kampên fermî de dijîn. Lê ji navîna 2019`an ve piştî vetoya Rûsya û Çînê û girtina dergehê Til Koçer, alîkariyên ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên xêrxwaziyên ji wan re dişînin, naghêje wan. NY di mijara şandin û belavkirina alîkariyan de bi hikumeta Şamê re dide û distîne, hikumet Şamê jî van alîkariyan tenê miqdareke kêm dide herêmên Rêveberiya Xweser.

Li aliyekî din Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe pêdiviyên jiyanî yên penaberan û koçberan peyda dike.

Konseya Ewlekariyê ya NY`yê sala 2014`an biryara veguhastina alîkariyan bi rêya sînorên Sûriyê erê kiribû. Li ser vê yekê, Rêveberiya Xweser para xwe ji alîkariyên ku di dergehê Til Koçerê de yê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê de dihatin şandin, digirt û li koçber û penaberan belav dikir.

Lê di dawiya 2019`an de ji ber vetoya Rûsya û Çînê alîkariyên mirovî derbasî herêmê nebûn. Li cem Rûsya ne pirsgirêk e ku alîkarî bi rêya dergehê Bab El-Hewa derbasî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên we de bibin, lê armanca wê ew bû ku herêmên Rêveberiya Xweser bixe bin kontrola hikumeta Şamê.

7`ê Hezîrana 2020`an piştî ku Rûsya û Çînê pêşnûmeya Belçîka û Almanyayê ya têkildarî vê mijarê red kir, Konseya Ewlekariyê nikarî biryar bigire ku alîkarî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Wê demê balyozê Belçîkayê Marc Pesten Bitswerve got, ji ber rewşa mirovî li gel belavbûna pandemiya koronayê û li gel bangewaziyên sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres ku alîkarî bi rêya sînoran bigihêje herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her du dewletan Belçîka û Almanya li ser bingehên mirovî hewl dan dergehê Til Koçer careke din bê vekirin.

Her wiha balyozê Belçîkayê got, ji bo dewleteke endam, vekirina dergehê Til Koçer xeteke sor bû, ruxmî ku vekirina wê ji aliyê gelek endamên konseyê ve hatibû erêkirin . Ji ber wê  pêşnûmeya wê hat redkirin.

10`ê Tîrmeha 2020`an Rûsya û Çînê di civîna Konseya Ewlekariyê de careke din veto bi kar anî, da ku alîkarî bi rêya dergehê Til Koçer derbasî herêmê nebin. Rêveberiya Xweser ji ber encamên vê biryarê hişyarî da û bi “biryareke siyasî” bi nav kir ku li gorî berjewendiyên dewleta Tirk û hikumeta Şamê ye.

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Êliya, ji ajansa me re axivî û got: “Encamên girtina dergehê Til Koçer bi vetoya Rûsya û Çînê, li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neyînî ne. Li vir derdora 5 milyon kes dijî û aloziyeke aborî heye.”

Ebîr Êliya destnîşan kir ku bi rêya dergehê Til Koçer alîkariyên mirovî û tenduristî derbasî herêmê dibûn ku gelek kampên koçberan tê de hene û wiha domand: “Gelek ji wan ji herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, koçber bûne. Di hinek kampan de mîna kampa Roj û Hol malbat û zarokên DAIŞ`ê hene. Pêwîstiya van kampan bi alîkariyên mirovî û tenduristiyê hene ku divê civaka navneteweyî û rêxistinên xêrxwaziyê yên navneteweyî pêşkêş bikin.”

Her wiha Ebîr diyar kir ku ji ber Qanûna Qeyser rewşa aborî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşde çûye û ev yek destnîşan kir: “Gel bi lîreyê Sûriyê dikire û difroşe. Birîna cezayan li ser hikumeta Şamê bandor li rewşa jiyanî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.”

EM BI KARESATEKE MIROVÎ RE RÛ BI RÛ NE

Ebîr Êliya daxuyand ku girtine dergehê Til koçer bi awayekî neyînî bandor li warê tenduristiyê ya li herêmê kir nemaze li gel belavbûna vîrusa koronayê û  got: “Ji ber ku pêdiviyên tenduristiyê yên ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna koronayê pêwîst in, kêm in, em bi karesateke mirovî re rû bi rû ne. Divê em wê peyda bikin. Niha li teqîgehan madeya ku vîrusa koronayê keşf dike tune ye. Encamên vê yekê jî gelek in.”

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bal kişand ser bandorên girtina dergehê Til Koçer li ser ewlehî û istiqrara herêmê û got: “Gel bi hemû rêbazan hewl dide debara xwe peyda bike. DAIŞ jî rewşa jiyanî ya binkeftî bi kar tîne, bi rêya pereyan ajanan çêdike û xwe ji nû ve bi rêxistin dike.”

MIJARA DERGEHÊ TIL KOÇER

Ebîr Êliya destnîşan kir ku mijara vekirina dergehê Til Koçer her tim di rojeva hevdîtinên Rêveberiya Xweser, MSD û hêzên navneteweyî, herêmî û rêxistinên navneteweyî de ye û wiha domand: “Bêguman di hemû hevdîtinên me de çi li ser asta hundir an jî derve ev mijar cihê xwe li ser masaya diyalogê digire. Em ji şandeyên derve û dewletan re zelal dikin ku şêniyên herêmê di oxira vî şerî de bi hezaran şehîd û qurbanî dane. Ji ber vetoya Rûsya û Çînê ya li hember vekirina dergehê Til Koçerê li herêmê karesateke mirovî heye.”

Ebîr Êliya wiha pê de çû: “Dergehê Til Koçer tê girtin lê dergehê Bab El-Hewa yê di bin kontrola komên terorîst û Cebhet El-Nusra de ye tê vekirin. Em ji civata navneteweyî û şandeyên pê re hevdîtinan çêdikin vê peyamê didin; çima hûn kesên ku bi hezaran şehîd dane û rolek di sepandina ewlehiyê li herêmê de lîstine, ceza dikin, lê li beramberî vê yekê bi vekirina dergehê Bab El-Hewa komên terorîst xelat dikin?”

Tê payîn ku Konseya Ewlekariyê ya NY`yê wê dawiya vê salê ji bo nîqaşkirina makenîzmeya vekirina dergehan li Sûriyê civînekê li dar bixe. Ebîr bi vê boneyê bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku ji bo vekirina dergehê Til Koçer bixebitin da ku alîkarî derbasî herêmê bibin û got: “Ji ber ku ev dergehê yê yekane ye ku alîkarî bigihêjin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Êliya destnîşan kir ku beşek biçûk a alîkariyên mirovî ku rêxistinên mirovî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandine, bi rêya hikumeta Şamê digihêje herêmê û wiha di dawiyê de got: “Ev alîkarî kêm in û pêdiviyên kampan û herêmê peyda nakin. Ji ber wê ez dibêjin ku divê alîkarî yekser ji herêmê re bê şandin ne bi rêya hikumeta Şamê.”

(şx)

ANHA