Îtirafkirina rastiya Îmraliyê heye, tedbîr nîne

Siyasetmedarên Kurd ên li ber avahiya Konseya Ewropayê çalakiyê dikin, duh têkildarî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan de dosyek radestî CPT’yê kir. CPT diyar kir ku ew mijarê dişopînin.

Îtirafkirina rastiya Îmraliyê heye, tedbîr nîne
8 kanûn, 2021   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliy ê ya Tîpa F ku Ewlehiya Bilind e, 22 sal in tê tecrîdkirin. 8 meh in agahî ji Ocalan û sê girtiyên gel wî nayê wergirtin. Hiqûqnas û siyasetmedarên Kurd li dijî tecrîdê li gelek deverên Kurdistanê, Tirkiyê û dinyayê radibin û li ser hev çalakiyan li dar dixin. Siyasetmedarên kurd ên duh li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) nobeda “Ji Ocalan Re Azadî” digirin, dosyeyek amade kirin û duh radestî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kirin.

CPT: DIYALOGA ME BI AWAYEK AKTÎF DIDOME

Di naveroka dosyeyê de qala tecrîdkirina Ocalan û mafên wî û her wiha binpêkirinên mafê girtiyan ên li girtîgehên Tirkiyê tê kirin. Rayedarên CPT’yê ku dosyeyê wergirtin, hat zanîn ku wiha gotine: “Em girîngiyê didin geşedan û bûyerên li Îmraliyê. Em timî mijarê dişopînin. Ji avabûna CPT’yê heta niha xebatên ku me li hundir kirine li derve nayên dîtin. Em nikarin rave bikin ka em çi dikin. Lê em bi awayekî aktîf li ser vê mijarê dixebitin. Beriya niha di sala 2019’an de li ser Îmraliyê raporek me hebû. Binpêkirinên ku me di vê raporê de behs kirine hene. Pêvajoya diyaloga me ya bi Tirkiyeyê re ji bo rakirina van binpêkirinan bi awayekî aktîf didome û em ê viya berdewam bikin.”

Çavkanî: Mezopotamya