Şehîd Fewaz Omer bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin

Di merasîma oxirkirina şehîd Fewaz Omer de li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamoşliyê, malbata şehîd Fewaz Omer soz da ku rêya kurê xwe berdewam bike û têkoşînê mezin bike da ku destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin parastin.

Şehîd Fewaz Omer bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin
Şehîd Fewaz Omer bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin
Şehîd Fewaz Omer bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin
Şehîd Fewaz Omer bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin
Şehîd Fewaz Omer bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin
7 kanûn, 2021   13:59
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişloyê berê xwe da taxa Enteriye ya li rojhilatê bajêr û tev li merasîma oxirkirina şehîd Fewaz Omer endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû ku di 5`ê Kanûnê de şehîd bûbû.

Piştî wergirtina cenaz, şêniyan berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li taxa Enteriyê.

Li goristanê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Muhyedîn Hesen axivî û sersaxî da malbata şehîd. Hesen got: “Ji destpêka şoreşê ve şêniyên Rojavayê Kurdistanê şehîdan didin da ku ewlehî û îstiqrar li herêmê pêk were.”

Her wiha Muhyedîn Hesen destnîşan kir ku şehîd Fewaz bav bû lê dîsa jî erka xwe ji bo peydakirina ewlehiyê li herêmê bi cih anî. Hesen diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibe, ji ber wê bang li şêniyan kir ku li ser bingeha şerê gel ê şoreşger xwe bi rêxistin bikin û xwedî li hêzên leşkerî derkevin, ji ber ku wê demê kesek nikare vîna wan bişikîne.

Xalê şehîd Fewaz, Yunis Ehmed jî axivî û got: “Em bejna xwe li hemberî fedakariyên hemû şehîdan ditewînin. Divê em rêya wan berdewam bikin da ku layîqî fedakarî û hêviyên wan bin. Şehîdan ji bo welêt canê xwe feda kir.”

Piştî bidawîbûna axaftinan endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Refîn Şêxmûs wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Fewaz Omer spart axê.

(şx)

ANHA