Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê dewreyeke perwerdeya fikirî vekir

Yekitiya Jinên ciwan a Dêrazorê bi beşdarbûna 17 endaman dewreyeke perwerdeyê ya fikirî vekir.

Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê dewreyeke perwerdeya fikirî vekir
7 kanûn, 2021   14:31
DÊRAZOR

Di dewreya fikirî de ku duh hatiye destpêkirin  17 endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Ciwanên Şoreşger beşdar in û li gorî bernameya komîteya perwerdê ya yekitiyê dê dewre hefteyekê bidome.

Armanca yekitiyê ji vekirina vê dewreyê, zanabûnê belav bike û girîngiya perwerde, pêşxistina fikirî û sererastkirina têgehên çewt bide nasîn.

Li gorî endama komîteya perwerdê Besme El-Xabûr, dê kesên pispor çavdêriyê li vê dewreyê bikin û wiha got: "Di dewreyê de dê waneyên girîngiya perwerdê, rexne û rexnedayîn, çand û exlaq, bandorên şerê taybet û rêbaza xîtabê werin dayîn."

Li aliyekî din jî yek ji perwerdekaran Meha El-Xabûr got, tevahî waneyên ku tên dayîn ji bo ciwanan in û dê piştre ciwana di nava civakê de belav bikin.

Yekitiya Jinên Ciwan dem bi dem dewreyên fikirî vedike da asta fikirî ya ciwanan pêş bixe, her wiha dewreyên perwerde li ser dirûtin û tekstîlê vekirin ku rola jinên ciwan di avakirina civakê de xurt bike.

(fr)

ANHA