​​​​​​​Çeteyan zêdetirî hezar darên zeytûnan ên welatiyên Efrînê birîn

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî piştrast kir ku çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve, zêdetirî hezar darên zeytûnan ên 4 welatiyên gundê Meydankê yê navçeya şera birîn.

​​​​​​​Çeteyan zêdetirî hezar darên zeytûnan ên welatiyên Efrînê birîn
7 kanûn, 2021   13:53
 ŞEHBA

Çavkanî got ku çeteyên dagirkiriya Tirk ên li gundê Meydankê bi cih dibin, zêdetirî hezar darên zeytûnan ên 4 welatiyên gund birîn.

Li gorî çavkanî, navên her çar welatiyên ku darên wan hatine birîn wiha ne; Tahir Ebdulrehman Şêx Mihemed, Mihemed Şêx Mihemed, Ebdulrehman Hec Qedrî û Elî Osman Osman.

Çavkanî her wiha daxuyand ku çeteyan beriya çend rojan di saetên derengiya şeve de darên welatiyan birine.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi birîna darên zeytûnan armanc dikin şêniyên Efrînê yên resen ji debara jiyana wan mehrûm bike û wan neçarî terka Efîrnê bike, bi wê yekê dixwazin guhertina demografiya herêmê bibin serî.

(cx)

ANHA