Di teqîna li Iraqê de 4 kes hatin kuştin

Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê di encama teqînekê de li parêzgeha Basrayê 4 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Di teqîna li Iraqê de 4 kes hatin kuştin
7 kanûn, 2021   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneyê di daxuyaniya xwe de got: “Li gorî agahiyên destpêkê, li çerxerêya El-Simûd li parêzgeha Basrayê motorsîkletek hatiye teqandin. Li gorî daneyên pêşîn ên Gerînendetiya Tenduristiyê ya Basrayê di encama şewitandina 2 erebeyan de ku li nêzî motorsîkletê bûn, 4 welatî şehîd bûn û 4 welatî jî birîndar bûn.”

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê Wa, hate gotin pirspor û tîmên taybet hîna li cihê bûyerê re da ku sedema teqînê nas bikin.

Şaneyê wiha domand: “Piştî bidawîkirina lêpirsînan dê agahiyên berfirehtir têkildarî teqînê werin parvekirin.”

(şx)