Di êrişa Xanesorê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê şehîd bû

 Di bombebarana balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şehîd bû. Dema wesayîta Bedel bû hedefa balafiran herdu zarokên wî jî li gel bûn.

Di êrişa Xanesorê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê şehîd bû
7 kanûn, 2021   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, îro saet derdora 14:00’an de balafira bêmirov a biçek (SİHA) ya Tirk li komelgeha Xanesorê ya Şengalê li wesayîtekê xist.

Hate zanîn wesayîta ku hatiye hedefgirtin ya Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda ye. Dema êrîşê, du zarokên wî jî le gel bûne.

Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şehîd bû. Her du zarokên wî yên ku di seyareyê de bûn jî, ji aliyê welatiyên derdor ve hatin rizgarkirin.

Ev çend roj in ku liv û tevgera balefirên keşfê li Şengalê zêde bibû. Piştî êrîşê jî tevgera balefirên keşfê bi awayek zêde berdewam e.

Tê payîn di saetên pêş de Desteya Rêvebir a Şengalê derbarê vê êrîşa hovane de daxuyaniyekê bide.