Kazaxistan: Civîna bê ya Astanayê 21 û 22`yê Kanûnê tê lidarxistin

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê Ipek Smadyarov ragihand ku dê civîna navneteweyî ya Astanayê ya der barê Sûriyê de 21 û 22`yê Kanûnê were lidarxistin.

Kazaxistan: Civîna bê ya Astanayê 21 û 22`yê Kanûnê tê lidarxistin
7 kanûn, 2021   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê Ipek Smadyarov îro ragihand ku civîna navneteweyî ya Astanayê ya der barê Sûriyê de dê rojên 21 û 22`yê Kanûnê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultanê were lidarxistin.

Li gorî ajansa Tas ku agahiyên xwe spartin Smadyarov, dê hemû alî beşarî civînê bibin.

Civînên Astanayê destpêka 2017`an dest pê kirin. Di Gulana 2017`an de her sê welatan li ser avakirina 4 herêmên bêçek li hev kir, ji wan tenê herêmek (parçeyên ku parêzgehên Idlib, Heleb, Hema, Lazîqiyê) di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de ma. Li gorî raporên çapemeniyê, niha hikumeta Şamê ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî hêzên xwe li derdora wê herêmê bi cih dike.

Li beramberî serweriya Rûsya û hikumeta Şamê li ser 3 herêmên bêçek, Rûsyayê destûra dagirkirina herêmên Sûriyê da dewleta Tirk. Di sala 2018`an de Rûsya û dewleta Tirk li ser Efrîn û Xûta Rojhilat bazar kirin, beriya wê jî li ser herêmên Cerablus, Bab û Ezaz bazar kiribûn.

Ev dewlet roleke neyînî di aloziya Sûriyê de dilîzin ku nîjadperestî û mezhebperestiyê teşwîq dikin, bi taybet jî dewleta Tirk ku garantora komên çete ye ku hin kom ji wan wekî Heyet Tehrîr Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) di lîsteya terorê de ne.

(cx)