Turnuvaya ‘Wefadarî ji bo şehîdên Rojava’ bi dawî bû

Turnuvaya “Wefadarî ji bo Şehîdên Rojava ya Futbolê” bi serkeftina tîma Sûka Hitînê li hemberî tîma Dostên Şivan bi dawî bû.

Turnuvaya ‘Wefadarî ji bo şehîdên Rojava’ bi dawî bû
6 kanûn, 2021   08:47
QAMIŞLO

Turnuvayê 29`ê Îlonê li Stada Helîq a li navçeya Girkê Legê bi tevlêbûna 80 tîmên bajar û navçeyên herêma Cizîrê dest pê kiribû.

Duh bi şev li Stada Helîq a navçeya Girkê Legê maça dawîn di navbera tîmên Dostên Şivan û Sûka Hitînê de li dar ket.

Bi sedan şêniyên kantona Qamişloyê, endamên rêveber ên Yekitiya Werzîşê ya kantona Qamişloyê û gelek hunermend li maçê temaşe kir. Di dawiyê de tîma Sûka Hitîn bi ser ket û bû şampiyon.

(şx)

ANHA