‛Divê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji lîstokên Enqere û Şamê haydar bin’

Rewşebîrên herêma Cizîrê da zanîn ku li gel êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, dewleta Tirk û hikumeta Şamê şerekî çapemeniyê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin.

‛Divê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji lîstokên Enqere û Şamê haydar bin’
6 kanûn, 2021   09:29
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Li gel şerê çapemeniyê yê dewleta Tirk û hikumeta Şam, gefên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca dagirkirina herêmên din ên Sûriyê berdewam in.

Tevî topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina welatiyan bi rêya balafirên bêmirov, dewleta Tirk û hikumeta Şamê bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê şerê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser dikin.

Nivîskar û derhênerê şanoyê Deham El-Sedam destnîşan kir ku çavnebariyên kevn ên dewleta Tirk li Sûriyê hene û wiha got: "Ev çavnebarî ji bo temamkirina xewna dewleta Osmanî ye. Dewleta Tirk ji projeyên demokratîk ên li herêmê û dewletên cîran metirsîdar e."  

El-Sedam diyar kir ku ji ber ku şêniyên herêmê xeta sêyemîn hilbijart ku xwe dispêre wekhevî, demokrasî û dayîna mafên tevahî pêkhateyan; êriş, gef û şerê çapemeniyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike.

Her wiha endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Ezîz Silêman destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe li dijî êrişan parastin.

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk hewl didin aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbe bikin û gel li hember Rêveberiya Xweser rakin.

Nivîskar û mamosteya zimanê kurdî Meha Xelef jî diyar kir ku armanca dewleta Tirk û hikumeta Şamê ew e ku Rêveberiya Xweser ku tevahî pêkhateyan hembêz dike, lawaz bike. Ji lew re dewleta dagirker hin caran gefên êrişan dixwe û hin caran topbaran û êrişan dike. Ev hemû jî li gel daxuyaniyên berpirsên hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser pêk tên. Ji ber ku hikumeta Şamê lawaz e û hewl dide xwe îsbat bike ku ew li welat xwedî biryar e.

Nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Ezîz Silêman got mezinbûna çapemeniyê li dijî projeya Rêveberiya Xweser bi hewldana derxistina tevlihevî û afirandina hevsengiyên nû ye û wiha anî ziman: "Dewlet her tim dixwazin berjewendî û çavnebariya xwe pêk bînin da ku tevliheviyê derxin. Ev jî armanca dewleta Tirk û Şamê ye."

Silêman diyar kir ku gef û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevliheviyê di nava civakên Sûriyê bi giştî de derdixe û herêmê dixe rewşeke aloz. Silêman got êrişên dagirkeriya Tirk û gefên wê li dijî herêmê berdewam in, li gel wê jî hikumeta Şamê bi rêya Rûsyayê û bi hinceta sekna li pêş gef û êrişan hewl dide artêşa xwe derbasî herêmê bike.

Nivîskar û derhênerê şanoyê Deham El-Sedam destnîşan kir ku hikumeta Şamê dixwaze sûdê ji gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire û got: "Hikumeta Şamê niha di rewşeke herî lewaz de ye."

Ezîz Silêman jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hikumeta Şamê li ser zimanê berpirsên xwe bi rêya dezgehên çapemeniyê şerekî taybet dimeşînin û wiha pê de çû: "Rejîma Sûriyê û alîgirên wê her wiha dewleta Tirk bi rêya dezgehên çapemeniyê û propegandayê şerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Şerê çapemeniyê bandorê li civakê dike û tirsê di nava wan de çêdike, ev yek jî armanca hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker re."

Deham El-Sedam diyar kir ku ligel şerê çapemenî yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî din heye û wiha domand: "Hin sîxurên wan aliyan hene û di nava ciwanan de madeyên hişbir belav dikin. Tirsê derdixin û dihêlin ku berê xwe bidin koçberiyê. Her wiha derxistina ciwanan hêsan dike."

Nivîskar û mamosteya zimanê kurdî Meha El-Xelef jî got baştirîn çek li hember hemû hewldanan, girêdana bi xakê ve ye û wiha got: "Li pey gotegotan neçin û malperên fermî bişopînin û hişyar bin."

Li gorî nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Ezîz Silêman û derhêner Deham El-Sedam, li beramber van êrişan ji rewşenbîran tê xwestin ku roleke mezin di nava civakê de bilîzin.

(bx)

ANHA