​​​​​​​Rojnameyên erebî: Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê li Tehranê ye

Rojnameyên erebî vê sibê der barê serdana El-Miqdad a Tehranê, rojeva Tirkiyê û hilbijartinên Lîbyayê de nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê li Tehranê ye
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê li Tehranê ye
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê li Tehranê ye
6 kanûn, 2021   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

‘WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ HIKUMETA ŞAMÊ LI TEHRANÊ YE'

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "Li ser vexwendnameyeke fermî ji Îranê wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad tevî şandeyekê gihaşt Tehranê.

Şande ji Feysel El-Miqdad û cîgirê wî Beşar El-Ceferî pêk hat. Li gorî rojnameya El-Weten ev gav ji bo xurtkirina têkiliyên stratejîk ên di navbera her du welatan de ne. Ji dema ku Îbrahîm Reîsî bû serokkomarê Îranê ev cara yekemîn e El-Miqdad serdana Îranê dike. Beriya wê bi çend rojan şandeyeke aborî ya Îranê bi serkêşiya wezîre pîşesazî û bazirganiyê Riza Fatimî Emîn li Şamê bû û tev li vekirina pêşangeheke li Şamê bû. Her wiha hemwextî destpêkirina kombûna aborî ya Îranê hefteya borî, avakirina banka Îran-Sûriyê ya hevbeş ku girêdayî rêxistina geşepêdanê bazirganiyê ya Îranê ye, hat ragihandin.

Li gel destpêkirina têkiliyên aborî yên dewletên Ereban, nexasim Îmaratê, têkiliyên aborî yên Sûriye- Îranê bi awayekî berçav geş bûn. Hefteya borî hemwextî serdana şandeya Îranê, li Şamê yekemîn kongreya aborî ya erebî li dar ket.

Ajansa fermî ya Îranê ÎRNA bi bîr xist ku şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Îmaratê Tahnûn Bin Zayid Al Nehyan îro li ser vexwendnameyeke fermî ya sekreterê payebilind ê ewlehiya neteweyî yê Îranê Alî Şamxanî dê serdana Îranê bike.

Li aliyekî din berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Saîd Hatîbzade piştrast kir ku şandeya Sûriyê bi serkêşiya Feysal El-Miqdad duh bi şev gihaşt Tehranê.”   

‘MÛXALEFETA TIRK JI BO HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT KOM DIBE’

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Muxalefeta Tirk bi serkêşiya serokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu dest bi mîtîngan û banga lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji wan ditirse û popularîteya wî bi awayekî zêde ji ber aloziya aborî kêm bûye.

Roja şemiyê bi hezeran kes li bajarê Mêrsîn ê Tirkiyê kom bûn û ji ber siyasetên Erdogan ên binketî di warê aborî de û binketina lîreyê Tirk banga lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir."

‘PARLAMENTOYA LÎBYAYÊ BER BI TALOQKIRINA HILBIJARTINAN VE’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan ev tişt got: "72 parlamenteran banga lidarxistina civîneke awarte ji meclisê re kir ku dê serokê komîseriya nîştimanî ya bilind a hilbijartinan û nûnerên saziyên ewlehî û qezayî beşdar bibin.

Parlamenteran destnîşan kir ku ew hewl didin serdestiya welat beriya 24`ê Kanûnê biparêzin da ku hilbijartin werin lidarxistin yan jî nexşerêyeke nû li gorî destûrê û guhertinên wê were dayîn. Her wiha çavkaniyan diyar kir ku meclisa parlamenteran dê ji ber xetereya rewşa heyî bixebite da ku hilbijartinan taloq bike."

(şx-bx)