Rûspiyê eşîra Şemer: Tu kes nikare hevgirtina me ji hev bixe

Rûspiyê eşîra Şemer a Ereb li Hesekê diyar kir ku hewldanên têkbirina yekîtiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk diçin û got: "Em yek civak in û bi hev re axa welatê diparêzin û bi hev re dimirin û QSD'ê nûnertiya me hemûyan dike."

Rûspiyê eşîra Şemer: Tu kes nikare hevgirtina me ji hev bixe
6 kanûn, 2021   01:46
REQA- EHMED EL-ESAF

Rêveberiya Xweser karî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêxistin bike, li ser vî bingehî pêkhateyên herêmê baweriya xwe bi projeya Rêveberiya Xweser anîn û di nava saziyên sivîl û leşkerî de ji bo serxistina vê pirojeyê cih girtin. Lê aliyên din hewl dan ku cihêrengiya pêkhateyan hedef bigirin û fitneyê di nav wan de derxînin û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb piştrast kir ku haya wan ji planên li dijî herêmê heye û tekez kir ku ew piştgiriyê didin Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk.

Rûspiyê eşîra Şemer a Ereb, Şêx Haşim Omer El-Cerba ji ajansa me re axivî û got: "Hinek alî hew didin qebîleyên Ereb û Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev bixin û parçe bikin, lê em yek in û Rêveberiya Xweser tu carî cudabûn nexistiye nabera me û parçebûnê naxwaze."

El-Cerba wiha domand: " Di konferanseke ku hate lidarxistin de hemû pêkhateyên herêmê, eşîr û mezhebên wê beşadar bûbûn, îro jî hemû eşîrên Ereb û Kurd û hemû mezhebên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî biryara siyasî bûne û her kesê ku bixwaze aliyê siyasî ji aliyê leşkerî û aliyê civakî veqetîne, wê bi bin bikeve."

Şêx Haşim El-Cerba wiha lê zêde kir: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek civak in û parvekirin di navbera hemû pêkhateyan de heye û em bi hev re axa welat diparêzin û bi hev re dimirin."

' QSD Û RÊVEBERIYA XWESER HER KESÎ DIGIRE NAVA XWE '

Rûspiyê eşîra Şemer destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê piştgiriya QSD dikin û wiha got: "Tevahî eşîr piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin, ji ber ku ciwan ji hemû eşîrên Ereb û Kurd di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de cih digirin. Ev hêz hêzeke ku nûnertiya hemû pêkhateyên eşîrên Ereb, Kurd, Suryan û pêkhateyên din dike."

El-Cerba wiha dom kir: "Rêveberiya Xweser tevahiya pêkhateyan digire nava xwe Ereb, Kurd, Aşûr û Ermen di nav de cih digirin.

Haşim El-Cerba di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dagirker nikare vê tevna di navbera hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hev ve girêdayî, têk bibe."

(dx)

ANHA