‛Divê dewleta Tirk li ser tecrîda li dijî rêber Ocalan were darizandin’

Hiqûqnas û cîgirê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Şadî El-Îbrahîm da zanîn ku berdewama siyasetên bêserûber ên dewleta Tirk li dijî girtiyên azadiyê nêrînê, di serî de jî rêber Abdullah Ocalan, nîşaneyeke eşkere ya hovîteya AKP’ê ye û divê sînorekê ji dewleta Tirk re têkildarî rewşa rêber Ocalan û hevalên wî ve were danîn.

‛Divê dewleta Tirk li ser tecrîda li dijî rêber Ocalan were darizandin’
6 kanûn, 2021   03:09
TEBQA

Ji zêdetirî 22 salan ve dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî rêber Ocalan ferz kiriye, bi wê yekê ji cîhanê re teqez dike ku ew ji nava dewletên cîhanê ya herî ku mafên mirovan pêk dike, bi taybet li dijî rêber Ocalan. Ji ber rêber Ocalan ne tenê nûnertiya pêkhate yan jî gelekî dike, lê belê bi xwe ji tevahî gelên azadixwaz re sembolek e.

Hiquqnas Şadî Îbrahîm da zanîn ku di tevahî qanûnên cîhanê de cezayê muebed ne zêdetirî 20 salan e, lê li dijî rêber Ocalan ev dem derbas kiriye, ji wê zêdetir jî tevahî sûc li dijî wî pêk tên û di nava tecrîdeke giran de ye.

Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk îro ji serbestberdana rêber Ocalan û hevdîtina wî ya bi parêzer û malbatê re ditirse, ji ber ku dizane fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li dijî kapîtalîst û faşîstê ye, lê gelo heke bi fîzîkî di nava gelên azadîxwaz de bûya wê çawa bibûya?

Îbrahîm ev li gotina xwe zêde kir: "Rêbertî xwedî fikirekî azad û avaker e û banga şerê li dijî kapîtalîst û faşîzmê dike. Hemû cîhan jî dizane ku fikirê rêbertî aloziyên Rojhilata Navîn bi giştî û aloziya Sûriyê bi taybet çareser dike. Ji ber wê dewletên kapîtalîst û faşîst tecrîdeke giran li dijî rêber Ocalan ferz kiriye."

Hiquqnas El-Îbrahîm bang li tevahî hiquqnasên li cîhanê û çi kesên baweriya xwe bi vî fikirê ronakbîr tê, kir ku dozekê li dijî dewleta Tirk rakin, ji ber ku hikumên cezayê û qanûnên navneteweyî bin pê dike.

El-Îbrahîm her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û civakên navneteweyî kir ku zextê li dewletên Tirk bikin, da  ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rakin û hikumên cezayî di pratîkê de pêk bînin.

Li gorî rapora Mezopotamyayê, 22 Mijdara borî, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê , ji bo "demildest hevdîtinê" bi rêberê  Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re bikin careke din serlêdan kirin. Parêzeran piştî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê serî li Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan dan.

Parêzeran, di serlêdanê de xwestin ku di çarçoveya hevdîtina parêzeran û malbatan de bi awayekî fizîkî hevdîtin bi muwekîlan re bê kirin û guman û fikarên têkildarî jiyana muwekîlên wan de bi dawî bibin. Her wiha parêzeran, di serlêdanê de destnîşan kir ku 8 meh in tu agahiyên wan ji rêber Ocalan û her 3 muwekîlên xwe yên din nagirin û têkildarî jiyan, rewşa tenduristiyê, şert û mercên girtîgehê, rewşa hiqûqî, tedbîrên pandemiyê yên li girtîgehê de tu agahî li ber destên wan tune ne. Parêzeran, xwest ku dawî li vê rewşê bê anîn û bi awayekî fizîkî hevdîtin bê kirin.

ANHA